Macron: YE û Fransa kiryarên Tirkiyê paşguh nakin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku Fransa û Yekitiya Ewropayê, kiryarên Tirkiyê yên neqanûnî li herêma aborî ya Qibrisê paşguh nakin.

Duh Macron bi rêya pêşwaziya xwe ji serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis re li Qesra Elysée ya Parîsê, desteka Fransayê bi Yewnanistanê der barê kiryarên Tirkiyê yên neqanûnî li herêma aborî ya Qibrisê de teqezî kir.

Serokkomarê Fransayê di axaftina xwe ya li gel ajansa nûçeyan a Qibrisê de tekez kir ku ji ber tevgera Tirkiyê ya li herêma aborî ya Qibrisê, Yewnanistan rastî zehmetiyan tê. Macron wiha got: "Yekitiya Ewropayê (YE) û Fransa vê mijarê paşguh nakin."

Her wiha Macron desteka Fransa ji Yewnanistanê re li dijî tevgera Tirkiyê ya neqanûnî teqez kir.

Serokwezîrê Yewnanistanê jî îşaret bi girîngiya hevaltiya Fransayê kir û bang li şîrketên Fransayê kir ku li Yewnanistanê veberhênanê bikin.

Serokkomarê Fransayê û serokwezîrê Yewnanistanê di hevdîtina xwe de hevkariya parastinê ya Fransa – Yewnanistanê nîqaş kir, her wiha dozên ewlehî û îstiqrarê li rojhilatê Deryayê Navîn nîqaş kirin.

(jo)


Mijarên Din