Îmad  Dawûd: Biryara gelê Sûriyê ne di destê gel de ye

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd got: “Hinek dewletên ji derve biryara gelê Sûriyê didin. Hewldanên Tirkiyê û Rûsyayê yên girêdayî lihevkirina li Idlibê, rastî nerazîbûna gel hatin. Ev jî nîşaneya xwepêşandanên gelêrî ye.”

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbeyê Îmad Dawûd girêdayî geşedanên li Sûriyê rewşa Idlibê çêdibin, ji ajansa me re axivî.

Îmad Dawûd got: “Civînên Soçî û Astanayê biryar ji destê gelê Sûriyê derxistine û kirine destê hindek dewletên herêmî yên mîna Tirkiye, Îran û Rûsyayê. Di encama komployên li dijî vîna gelê Sûriyê de û berjewediyên dewletên derve û herêmî biryar ji destê gelê Sûriyê derxistine. Êdî ew li şûna gelê Sûriyê biryaran digirin.”

Dawût gotinên xwe wiha domand: “Lihevkirinên dualî yên di navber Rûsya û Tirkiyê de xizmeta berjewendiyên wan dike. Ji ber wê rastî xwepêşendanên gelêrî yên ku li Idlibê hatin. Ev dualîtiya di siyaseta navdewletî de yan jî di berjewendiyan de hişt ku dîplomasiyek navdewletî ji exlaq dûr derkeve, ji ber wê sûcên şer li ser gelê Sûriyê û gelên Rojhilata Navîn pêk hatin.”

Dawûd got: “Me sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dît.  Heta dewleta Sûriyê ti daxuyanî neda. Piştre diyar bû ku sûcên li dijî gel tên kirin di encama lihevkirinên navdewletî de bûn. Her wiha çarçoveyek dîplomasî û navdewletî ya wan sûcan hebû. Heta îro me ti daxuyaniyek ji hêla tu dewletekê yan jî rêxistineke navdewletî yan jî hiqûqî nedît. Lê berovajî wê sûcên ku li Idlibê li ser sivîlan tên kirin, deng li cîhanê veda. Gelo binpêkirinên li Efrîn û Idlibê pêk tên, li gor berjewendiyên wan in?"

Di dawiyê de Îmad Dawûd tekez kir ku Tirkiye kirîzên herêmê bi kar tîne da ku timayên xwe yên Osmanî û timayên wê pêk bîne û hevpeymana milî dide pêşiya xwe.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din