‘Madem partiyên Kurd nûnertiya me dikin, bila bibin yek’

Şêniyên bajarê Kobanê bang li partiyên siyasî yên Kurd kirin ku yekîtiya Kurdan çekin û wiha gotin: “Eger partiyên Kurd nûnertiya me dikin, bila bibin yek. Da ku destkeftiyên Kurdan li hember gefan biparêzin.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê -Rojava kedên mezin dide da ku yekîtiya partiyên Kurdan pêk bîne. Bi vê re jî şêniyên Rojavayê Kurdistanê banga yekbûna partiyên Kurdan dikin.

Şêniyên bajarê Kobanê jî banga yekîtiya partiyên Kurd kirin.

Şêniyê bi navê Mistefa Sofî diyar kir ku ev bi sedsalane dewletên dagirker êrîşî destkeftiyên Kurdan dikin.  Sofî got: “Divê Kurd li hember van kiryaran bibin yek. Lê mixabin aliyên siyasî yên Kurdan berovajî wê dikin. Dijmin jî vê yekê dixwaze. Ew dixwazin Kurdan berdin hev û fîtneyan bixin navbera hêzên Kurd de. Armanca wan ew e ku destkeftiyên Kurdan ji holê rakin.”

Mistefa Sotî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Eger partiyên Kurd aştiyê dixwazin, divê bibin yek."

Şêniyê bi navê Mihemed Derwîş Hebeş bang li her ferdekî/ê kir ku yekîtiya çêbikin. Ji ber yeknegirtin, binkeftinê bi xwe re tîne. Cudabûna ku niha Kurd dijîn, pir zirarê li me dike. Em ji hemû partiyên ku bi navê gelê Kurd diaxivin re dibêjin, eger hûn nûnertiya me dikin, bibin yek. Da ku li hember gefên li ser Kurdan bisekinînin.”

Şêniyê bi navê Husên Salih Bozan jî got: “Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajarê Kobanê kirin, ti ferq û cudatî nexist navbera ti partiyekê. Wan her kesên ku bi Kurdî diaxivin dikirin hedef. Lê diyar e Kurd, bi taybet partî ti ders ji vê yekê negirtine.”

Salih Bozan, di dawiya axaftina xwe de bang li her kesê ku bi aştiyê diaxive kir û got: “Bibin bangwazên aştiyê. Lê ew jî bi rêya hevgirtina partiyên kurdî, gengaz e.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din