'Mafê malbatên dîlgirtiyan e ku hesab ji desthilata Tirk bixwazin'

Hiquqnas Heysem Bekir diyar kir ku dewleta Tirk bi qetilkirina dîlgirtiyên li Garê du sûcên dermirovî kiriye û gotin: "Malbatên dîlgirtiyan dikarin li dijî Erdogan gilînameyan pêşkêş bikin."

Artêşa Tirk a dagirker di 10`ê Sibatê de bi çekên hewayî û bejahî êrişî herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medya yên Başûrê Kurdistanê kir, êriş 4 rojan dewam kir.

Li gorî çavdêrên ku rewşa Kurd dişopînin, artêşa Tirk a dagirker ji bo serkeftinekê li derve pêk bîne û zexeta hûndirîn a ku AKP`ê zehmetiya wê dişîne sivik bike, ev êriş pêk anîn. Di heman demê de ji ber ku hilbijartinên serokatiya Tirkiye nêzîk bûye.

Erdoganê ku li benda serkeftinê bû negihaşt armanca xwe, bi çekên kemyewî her 13 dîlgirtiyên li girtîgehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) qetil kir.

Ev binpêkirina qanûnan wekî sûcekî tê dîtin û li pêşberî dadgehên navneteweyî hesab tê xwestin, her wiha sûcê qetilkirina dîlgirtiyan jî li gorî hiqûqnasan sûcekî dermirovî ye.

Hiqûqnas Heysem Bekir axivî û got piştî binketina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê li hemberî berxwedana gerîlayên HPG`ê, dewleta Tirk a dagirker bi serokatiya AKP`ê 13 dîlgirtî bi çekên kîmyewî qetil kirin.

Heysem Bekir da zanîn ku PKK`ê normal dîlgirtiyên artêşa Tirk a dagirker bi rêya diyalogan û bi awayekî aştiyane rast dike û di dîroka Hêzên Parastina Gel (HPG) de dîlgirtiyên şer ên dewleta Tirk nehatine qetilkirin.

Bekir ev gotin li axaftina xwe zêde kir:"Diyar e ku Erdogan vê carê hewl dida bi rêya operasyonên leşkerî dîlgirtiyan rizgar bike, ji ber ku li Tirkiyê hilbijartin nêzîkbûne û hewl dide serkeftinekê li derve pêk bîne."

LI GORÎ PÎVANÊN NAVNETEWEYÎ KIRYARÊN DEWLETA TIRK SÛÇ IN

Hiqûqnas Heysem Bekir di berdewamiya axaftina xwe de îşaret pê kir ku kiryarên ku dewleta Tirk li herêma Garê pêk anîn li dijî qanûnên navneteweyî ne û got: "Ev kiryar binpêkirina pîvanên Neteweyên Yekbûyî ye, li gorî madeya 51`ê ya peymanê nabe tu dewlet êrişî dewleteke din bike, ev yek tenê di çarçoveya xweparastinê de dibe. Lê Tirkiyê bi êrişa li ser Garê serweriya Başûrê Kurdistanê bin pê kir."

Heysem Bekir bal kişand ser dîlgirtiyên şer ku wekî sivîlan tê dîtin ji ber ku bê çek in û ev yek nirxand:"Li gorî madeya yekemîn a peymana sûcên qirkirina komî ya ku di sala 1948`an de hatiye îmzekirin qetilkirina dîlgiriyan sûcekê dermirovî ye. Di madeyê de tê gotin; qirkirina komî di rojên aştiyê de be an jî di dema şer de be sûceke û soza qedexekirin û hesabxwestinê wê hate dayîn."

MALBATÊN DÎLGIRTIYAN DIKARIN LI DIJÎ ERDOGAN GILÎNAMEYAN PÊŞKÊŞ BIKIN

Hiqûqnas Heysem Bekir da zanîn ku Erdogan du sûc pêk anîn, a yekemîn qetilkirina dîlgirtiyên şer e û ya duyemîn jî dîlgirtiyên ku hatin qetilkirin welatiyên dewleta Tirk in û di nava artêşa Tirk de cihê xwe digirin, di encamê de li gorî peymanên NY`yê divê parastina welatiyan were kirin.

Bekir ev yek li gotinên xwe zêde kir:"Malbatên dîlgirtiyên ku bi destên dewleta Tirk hatine qetilkirin, dikarin li dadgehên dewleta Tirk gilînameyan pêşkêş bikin, ji ber welatiyên dewleta Tirk in û dema ku mafên wan neyên bi dest xistin dikarin berê xwe bi dadgeha Adaleta Navneteweyî û Dadgeha Cezayên Navneteweyî bikin da ku hesab ji sûcdaran bixwazin."

Hiqûqnas Heysem Bekir di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pisgirêka dewleta Tirk tunekirina kurdan e, ev bi serê xwe li dijî qanûnên navnetweyî û peymanên NY`yê, peymanên navneteweyî ya mafên sivîlan û civakî ne, mafê gel heye ku çarenûsa xwe bi rêya hilbijartinên demokratîk de diyar bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din