Mafnasên Sûriyê komîteya belgekirina binpêkirinên dagirkeriya Tirk ava kir

Çalavanên heqûqî yên li herêmên Rêveberiya Xweser bi hevkariya Meclisa Adaletê, komîteyek belgekirina binpêkirin û sûcên şer ên ku dewleta Tirk û çeteyên wê ava kir.

Bi armanca belgekirina sûcên dewleta Tirk yên ji 9‘ê Cotmehê û vir de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komîteyek ji 6 endamên jin ên ji herêma Cizîrê ya Sûriyê hat avakirin. Komîteyê dest bi belgekirina sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kir.

Komîteyê bi hevkariya Yekîtiya Parêzeran, li bajarê Hesekê 7 komîteyên ji mafnasan ava kirin, bi heman armancê komîteyek li Til Temirê hate ava kir.

Komîteyên şaxên xwe li Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiypê, Girkê Legê, Dêrik, Kobanê, Tebqa, Reqa) ava kirin.

Endama komîteya belgekirina binpêkirinên li herêmên Rêveberiya Xweser rû dane Aynûr Başa ji ANHA‘yê re axivî û got: "Ji kêliya destpêkê ya êrişên dewleta Tirk me dest bi kar kir û bi sedan bi pênkirinên bi delîlan belge kirin. Karê me hê jî berdewam e, ji ber binpêkirin jî berdewam dikin.

Aynûr wiha dewam kir: "Ez dikarim bêjim ku me rewşên kuştinê yên bi zanebûn û hedefgirtina sivîlan, her wiha talankirina mal û milkên sivîlan û hedefgirtina xebatkarên di rêxistinên navneteweyî de û cihên olî belge kir."

Aynûr anî ziman ku :"Eger edaleteke navneteweyî hebe, divê ku dadgeheke navneteweyî taybet ji bo darizandina sûcdarên van binpêkirinan re, bê avakirin."

Komîte bi gelek aliyên derve re weke komîteya çavdêr û belgekirina rastiyan a NY`yê bi rêya rêxistina mafên mirovan a Cizîrê dewam dike û komek ji parêzerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li derveyê welat di nava têkiliyan de ne.

Aynûr hêvî kir ku piştgirî bi wan re bê kirin da ku karibin van zehmetiyan derbas bikin.

Der barê plansaziyên komîteyê de endama komîteya belgekirina rastiyan wiha got: "Parêzerên Sûriyê ji Rojava yên em bi wan di nav danûstandinan de ne, makanîzmeya rakirina îdianameyên li pêşiya her aliyekê lêkolîn dikin, ji ber em dizanin ku dadgeheke cezayê ya navneteweyî heye, Tirkiyê û Sûriyê ne di nav wan dewletên ku li ser sîstema sereke ya wê îmze nekiriye û derfeta rakirina vexwendnameyê li pêşiya wê wê hinekî zehmet e."

Aynûr di dawiyê de diyar kir ku ew dixwazin dadgeheke taybet mîna dadgeha Hariri, Ruanda û Yûgoslavyayê were avakirin, tevî ku zehmet be, eger çênebe, ew ê li gorî derfetan bixebitin heta ku bibînin ê Tirkiyê li ser sûcên wê darzîne.

(eh-jo)

ANHA


Mijarên Din