Mala Jin dewreyek din a fêrkirina xwendin û nivîsandinê vekir

Mala Jin a taxa Teyar bi koordîneya Buroya Jin a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê dewreyek fêrkirina xwendin û nivîsandinê ji jinan re li taxê vekir.

Mala Jin a taxa El-Teyar bi koordîneya Buroya Jin a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Reqayê vekirina dewreyên perwerdeyê ji jinên ku ji mafên fêrkbûna  xwendin û nivîsandinê bê par mane re didomîne. Îro komîteyê dewreyek nû li taxa Teyar a başûrê bajarê Reqayê bi tevlibûna 30 jinan ji cuda temenan vekir. Ev dewre ya dehan e ku komîte vedike.

Jinên taxê ji ber vekirina mîna van dewreyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya aliyên ku derfet li pêşiya wan vekirina ku fêr bibin, kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din