Mala Jinan a Xatûniyê jinan bi rêxistin dike

Mala Jinan a Xatûniyê ku bajarokekî Reqayê ye, jinan birêxistin dike, perwerde dike û pirsgirêkên wan çareser dike. Endama rêveberiya Mala Jinan Selwa Mihemed diyar kir ku  ew ji bo pêşxistina asta fikrî û pênasekirina mafên jinan, dewreyên perwerdeyê yên li gorî neteweya demokartîk bi rêxistin dikin.

RÛBA EL-ELÎ / REQA

Çeteyên DAIŞ‘ê ku bajarê Reqayê bi salan dagir kiribûn, hemû navend û saziyên jinan qedexe kiribûn û hemû mafên jinan binpê kiribûn. Ji bilî vê jin wek meta li bazaran dihatin firotin.

Piştî ku Reqa di 20‘ê Cotmeha 2017‘an de ji aliyê QSD’ê ve hat rizgarkirin, jinan xwe di her alî de bi rêxisitin kir û saziyên xwe vekirin. Jin wek îrade tev li hemû qadên jiyanê bûn.

Bi damezirandina Rêveberiya Jinan a Reqayê re ku sîwana sereke ya hemû jinên Reqayê ye, gelek sazî û navendên jinan hatin vekirin. Yek ji van saziyan jî Mala Jinan a Xatûniyê ye. Xatûniyê bajarokekî girêdayî Reqayê ye û 10 km dikeve rojavayê bajarê Reqayê. Mala Jinan a Xatûniyê di 23’yê Adara 2018’an de hat vekirin. Mala Jinan di birêxistinkirina jinan û çareserkirina birsgirêkên wan de roleke girîng list. Li gorî agahiyên ku rêveberiya Mala Jinan dayî, heta niha 49 pirsgirêkên tundiya li ser jinan û pirsgirêkên malbatî çareser kirine. Di heman demê de li gorî derfetan alîkariyên madî pêşkêşî gelek jinan kirine.

Her wiha Mala Jin a Xatûniyê 25 meclisên jinan ava kirine. Bi van meclisan jinan perwerde û bi rêxistin dikin.

Rêvebera Mala Jinan a Xatûniyê Selwa Mihemed xebatên Mala Jinan nirxandin û wiha got: "Karê me birêxistinkirin û perwerdekirina jinan e, ji ber ku jin di dema dagirkirina komên çete de hatibûn pişaftin û bê maf hatibûn hiştin.”

Selwa destnîşan kir ku Mala Jinan ji bo pêşxistina asta fikrî û pênasekirina mafên jinan dewreyên perwerdeyê yên li gorî neteweya demokartîk bi rêxistin dikin.

Selwa destnîşan kir ku ew hewl didin dewreyên fêrkirina xwendin û nivîsandinê vekin, da ku bikarin zanistinê belav bikin, jin di hêla perwerdekirina civakê û avakirina nifşên nû de bi hêztir bibe.

ANHA


Mijarên Din