Mala ku ji bo zewaca kurê xwe amade kiribû, da koçberên Serêkaniyê

Malbata Mihemed Mehmûd Remedan zewaca kurê xwe paş xist û mala ku jê re amade kiribûn, dan koçberên ji Serêkaniyê. Malbat dibêje beramberî birayên xwe ev erka wan e. Di heman demê de Mihemed Remedan bang li şêniyên Hesekê kir ku koçberan keysbaz nekin û alîkariya wan bikin.

Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê ji bajarê Serêkaniyê bi hezaran şênî ji malên xwe koçber bûn û berê xwe da bajarê Hesekê û gundewarên wê, her wiha Kampa Waşokanî ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bejahiya bakurê rojavayê bajêr vekirine.

Malbata Mihemed Mehmûd Remedan ku ji xelkê taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê ye, malek ji kurê xwe yê li ber zewacê ye, amade kiribûn.

‘MIROV NIKARE KÊFXWEŞ BIBE; HERÊMÊN ME DAGIR DIKIN Û TOPBARAN DIKIN’

Piştî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vê malbatê biryara paşxistina daweta kurê xwe da û got ne mimkun e ku artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan komkujiyan pêk bînin, herêmên wan dagir û topbaran bikin û ew jî daweta xwe bikin.

Malbatê mala ku ji kurê xwe re amade kiribû, da koçberên ji Serêkaniyê û niha tê de 4 mal hene.

Di gel ku vê malbatê mal da koçberan, alîkariya koçberan jî dikin û tenê vê gotinê dibêjin: "Em birayên hev in û ev erka me ye.”

‘JI BER EM BIRA NE, TIŞTA KU EM DIKIN ERKA ME YE’

Ajansa me hevdîtin bi Mihemed Mehmûd Remedan re çêkir û destnîşan kir ku ew bûne şahidên komkujiya ku artêşa Tirk û çeteyên xwe li dijî gelên Serêkaniyê pêk anîne, her wiha dema ew neçar kirin ji mal û warên xwe derkevin û hatin bajarê Hesekê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li bajarê Hesekê hin kes hene nefsa wan erzan e û hewl dan xelkên Serêkaniyê keysbaz bikin, ji ber vê yekê nirxê kirêkirina malan biha kirin, lewma ez zêde hêrs bûm. Em bira ne û divê em alîkariya wan bikin, lê belê heke em alîkariya wan nekin, wê demê çima em bira ne?”

Mihemed Remedan bal kişand ser ku wan ji kurê xwe re malek amade kiribû, lê belê piştî êrişên artêşa Tirk wan biryar dan koçberên ji Serêkaniyê li male bi cih bikin û wiha parve kir: “Min 4 malbat ku ji bav û 3 birayan pêk tên, tevî ku ez wan nas nakim jî li malê bi cih kirin, armanca min ji vê yekê tenê ew birayên me ne.”

Mihemed got: “Birayên min jî alîkariya van malbatan kirin, her wiha birayekî min bijîşke pêwîstiyên tenduristiyê pêşkêş kirin û yê din jî alîkariya wan kir.”

‘DIVÊ BIRAYÊN ME YÊN BAJARÊ HESEKÊ KOÇBERAN KEYSBAZ NEKIN’

Mihemed got, ev ji erka wan e, ji ber vê yekê bang li birayên xwe yên bajarê Hesekê dike ku koçberan keysbaz nekin û li gorî derfetên xwe alîkariya wan bikin.

Îbrahîm Dawûd Seydo ji şêniyên bajarê Serêkaniyê ye û xwedan malbat e wiha çîroka xwe parve dike: “Em 4 malbat in û hejmara me 16 kes in, ez û hevsera xwe û 3 zarokên min û malbatên xwe piştî topbaran li bajêr dijwar bû, ji Serêkaniyê derketin û destpêkê me berê xwe da gundê Sêgir lê belê piştî wê hatin bajarê Hesekê û li vir vê malbatê pêşwaziya me kirin.”

Têkildarî pêşwaziya Malbata Mihemed Remedan ji malbatên re apê Îbrahîm wiha dibêje: “Vî birayê delal mala xwe kamil da me, mal ji 4 ode û hêwanekê pêk tê û tevî ku em ne xezmên hev jî lê girêdana me li ser esasê kurdîtiyê ye, wan pêwîstiyên me bi cih kirin.”

Îbrahîm Sîdo got piştî artêşa Tirk û çeteyên xwe Serêkaniyê dagirkirin ew çû Serêkaniyê û wiha pê de çû: “Li Serêkaniyê ez û zarokên xwe xwedan mal in û dema ez çûm çeteyan heqaret li min kirin, tevî vê yekê jî ez çûm mala xwe, ku ez çi bibînim!Çeteyan mal wêrankirine û cîranan gotin, wê çete tê bigirin ji ber vê yekê ez dîsa vegeriyam bajarê Hesekê.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din