‘Mala me jî rûxandin, lê em axa xwe bernadin’

Fatima El-Hisên ji gundê Um El-Xêr ê navçeya Til Temirê ye. Gundê Um El- Xêr li ser xeta herêmên dagirkirî ye. Dewleta dagirker rasterast malên sivîlan ên li nêzî cihên ku dagir kirine, topbaran dike. Fatima dibêje, mala me rûxandin lê em ji axa xwe dernakevin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê dagir kir, ber bi sînorên navçeya Til Temirê ve belav bûn. Dewleta dagirker bê navber herêmên sivîlan ên li ser xeta herêmên ku dagir kirine, topbaran dike.

ANHA`yê rewşa gundê Um El-Xêr ê li rojavayê navçeya Til Temirê ku nêzî rêya navdewletî M4 ye şopand.

Jina bi navê Fatima El-Hisên (70) piştî ku hevserê wê yê astengdar wefat kir, di mala xwe ya li nêzî xetên herêmên dagirkirî de, ma.

Fatima dibêje: “Mala min li nêzî xetên çeteyan e. Hinek rojan ji ber topbarana dijwar a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, nikarim razêm. Lê ez ji mala xwe dernakevim. Dewleta Tirk carekê topek li mala min xist. Odeyeke malê rûxiya.”

Fatima komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li gundê Um El-Xêr pêk aniye, şermezar kir û got: “Em ditirsin senaryoya 2013`an dubare bibe. Di wê demê de 24 kes hatin kuştin, gelek mal şewitîn û wêran bûn.”

Li gorî şêniyan, çeteyên artêşa Tirk a dagirker gefan li şêniyan dixwin da ku nêzî rêya M4 nebin û bi zanabûn pezên wan didizin.

Di dawiyê de Fatima El-Hisên xwest ku sînorek ji binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re bê danîn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din