​​​​​​​Mala wê li ber rûxanê ye, ew jî li benda alîkariyê ye

​​​​​​​Jina bi navê Şerîfe Xelef (50) bi 3 zarokên xwe re di malek li ber rûxanê de dijîn. Rewşa wê ya madî gelek xirabe, Şerîfe û zarokên xwe li benda alîkariyê ne da ku mala wê were restorekirin.

Şerîfe Xelef tevî 3 zarokên xwe Mihemed (14) Ebdulrehman (10) û Emîne (5), li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo dijîn. Malbat di maleke ku rûbera wê 200 m2 derbas nake de dijîn. Kurê wê yê mezin Mihemed tevî temenê xwe yê biçûk dê di demek nêz de dest bi kar bike û kurê wê yê biçûk Ebdulrehman diçe dibistanê.

Şerîfe ji beriya 15 salan bi Ebdulxenî Yusif zewiciye. Lê ji beriya du salan Yusif ji ber nexweşiya penceşêrê wefat kir. Ji wê demê û heta niha rewşa malbatê ya madî dijwar e. Di zivistanê de ji ber baranê mal dibe gola avê û jiyana wan dijwar dibe.

Di mala wê ya ku ji du odeyan û mitbaxekê pêk tê, derî û pencere şikestî ne û bi cawên parspankirî hatine girtin. Ban û dîwarên malê li ber hilweşînê ne. Ji ber barîna baranê jî mala wê ya axî gelek caran veguhertiye gola heriyê. Di mal de tenê çend firax û kevçî ji bo xwarinê û hinek mînder û lihêfên ne temam hene.

Şerîfe tevî zarokên her berêvarê diçe malek cîrana xwe xew dikin û piştre di berbanga sibehê de vedigerin malê.

Şêniyên taxê xwarin û cilên pêwîst didin Şerîfe û zarokên wê. Şefîfe got: “Piştî zewacê û heta niha rewşa me ya madî dijwar e. Piştî wefata hevserê min, cîran pêdiviyên rojane pêşkêş dikin. Hinek ji wan pere, hinek din jî sebze û nan da ku zarokên xwe têr bikim. Bi vî awayî ez mala xwe îdare dikim heta ku deriyek xêrê vebibe."

Şerîfe diyar kir ku mal dê li ser serê wan hilweşe û banga alîkariyê kir da ku mala xwe restore bike.

Ruxmî zehmetî û zulma jiyanê lê Şerîfa wan tehemul dike ji bo ku zarokên xwe li ser nirxên baş mezin bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din