Mala xwe veguherand şitilgehekê

Ji 25 salan ve tevahiya cureyên giya û gulan li ser banê mala xwe diçîne. Pê debara xwe peyda dike û niha banê mala wê bûye meqseda gelek kesan.

Zeyneb Elîko dayika 4 zarokan e ji 25 salan ve bi kulîlk û giyayan re mijûl dibe. Piştî ku dizewice dayika wê wek diyarî 12 hewzuyên kulîlkên cuda dide wê. Zeyneb piştî wê bi kulîlkan re mijûl dibe, cureyên nû diçîne û gulistaneke biçûk li ser banê mala xwe çêdike.

Di destpêka topbaran û şerên li taxa Şêxmeqsûdê de, kulîlkên Zeynebê ji ber qutbûna avê û dorpêçê telef dibin. Ji ber wê Zeyneb neçar dima ku bi dehan kîlometreyan bimeşe heya ku bigihîje bîrên avê û ji gul û kulîlkên xwe re avê peyda bike da ku neçilmisin û hişk nebin. Ev rewşa heya çend salan wisa berdewam dike.

Di encama bikaranîna çekên kîmyewî de Zeyneb neçar dimîne ku zêdetirî 50 guldankên kulîlkan ji banê mala xwe veguhêze jûra jêrîn a mala xwe, lê dîsa jî hindek diçilmisin.

Tevî şert û mecrên ku tax tê re derbas bûye, lê Zeyneb bedbîn nabe. Piştî serkeftina ciwanên taxê li ser çeteyan, Zeyneb carek din dest bi çandina şitilan dike û her sibe şiyar dibe û kulîlkan av dide.

Zeyneb di çandina wan de av, semad û dermanên xwezayî bi kar tîne da ku ji kurmik û nexweşiyan biparêze.

Cureyên cuda û gelekî sûdewar

Di şitilgeha Zeynebê de gelek cureyên giya û kulîlkan hene. Jê hinek di dermankirina xwezayî de tên bikaranîn mîna babunêc, nanê çiklês û melîse. Hindek din jî ji bo xemilandinê mîna sorgul, lukya, fil, yasemîn, mehkeme, pela lîmonê û devê masî.

Her wiha Zeyneb cureyên din mîna kaktus (sabar) û gardîniya ji bajarên beravên Sûriyê û Lubnanê anîne.

Çandina şînatiyan di malan de gelek sûden wê hene jê parastina rêjeya oksîjenê di hewayê de, paqijkirina hewayê ji gazên nebaş tevî xuyanga xweşik.

Girêdayî mijarê Zeyneb Elîko ji ajansa me re axivî û got: "Têkiliya di navbera jinan û şînatiyan de têkiliyek durist e. Gelek dişibin hev. Jin her tim hewl didin tiştên herî baş ji malbat û derdora xwe re pêşkêş bikin. Şînatî jî jiyaneke aram ji her kesekî re ku li rex wê rûdine, ava dike, gazên bijehr dikişîne û hewa paqij dike."

Banê mala Zeynebê bûye meseda xizmên wê û cîranan.

Zeyneb ne tenê bi gul û kulîlkên xwe mala xwe xemiland lê belê ronakiyek da taxê û şitlên wê li cihên giştî û saziyên taxê de hatin çandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din