Mala Êzidî 13 êzidiyên rizgarkirî radestî Meclisa Şengalê kir

Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê, 13 jin û zarokên Êzidî yên ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, radestî Meclisa Şengal û Tevgera Jinên Êzidî kir.

Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê-Şaxê Kantona Hesekê, îro 13 jin û zarokên êzidî yên ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, radestî Meclisa Şengal û Tevgera Jinên Êzidî kir. Piştre kesên hatine rizgarkirin, wê radestî malbatên wan ên li Şengalê werin kirin.

Meclisa Kantona Hesekê û Hêzên Sûriyê Demokratîk beşdarî merasîma radestkirinê bûn.

Endamê Têkiliyên Giştî yê QSD`ê Sabit Cehwer rizgarkirina 13 êzidiyan pîroz kir û keda ku şervanên QSD`ê di rizgarkirina êzidiyan de dane, bibîr xist.

Her wiha hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdullxenî Oso û hevserokê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê-Şaxê Hesekê Ziyad Ebdal axivîn û teqez kirin ku ew ê xebata ji bo rizgarkirina êzidiyan dewam bikin.

Piştî axaftinan, kesên ku hatine rizgarkirin, radestî nûnerên Meclisa Şengalê û Tevgera Jinên Êzidî hatin kirin.

Êzidyên ku hatine rizgarkirin, 8 jin û 5 zarok in û navên wan ev in: Yusra Mustefa Emo, Muhend Qasim Ilyas, Şeha Remo Silêman, Hiwêda Felah Hesen, Xelat Felah Hesen, Zêna Îbrahîm Murad, Navîn Reşo Derwîş, Cîlan Cotî Xedîda, Wetfa Newaf Xidir, Heval Reşo, Leyla Sedo, Heyva Sedo Reşo û Hazim Hisên Şemo.

(kc)

ANHA


Mijarên Din