Mala Êzidiyan keçeke êzidî ji kampa Holê wergirt

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê keçeke êzidî ji rêveberiya kampa Holê wergirt.

Rêveberiya kampa Holê keça bi navê Sîham Refo Silêman ku ji gundê Til Ezîz ê Şengalê ye, di nava koçberên li kampa Holê de peyda kir.

Rêveberiya kampê bi Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê re kete dan û standinan û Mala Êzidiyan serdana kampê kir û piştî lêkolînên tenduristiyê yên pêwîst, keça êzidî radest kirin.

Sîham Refo Silêman niha li Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ye û dê Mala Êzidiyan wê vegerîne Şengalê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din