Mala Êzidiyan: Kiryarên dewleta Tirk berdewama kiryarên DAIŞ`ê ne

Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk berdewama kiryarên DAIŞ`ê ne û tişta ku DAIŞ`ê di tunekirina Êzidiyan de bi dest nexist Erdogan bi rêya hedefgirtina pêşengên civaka êzidî dixwaze pêk bîne.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê der barê êrişa balafirên dewleta Tirk li ser gundê Digurê yê girêdayî navçeya Sinûnî ya Şengalê de ku di encama wê de 4 şervanên YBŞ`ê şehîd bûn, daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya Mala Êzidiyan wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker di pêkanîna sûcên li djiî gelên herêmê destpêkê ji komkujiyên Sêfo, Dêrsim û heta gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, berdewam e bêyî ku em fermanên li dijî civka êzidî ji bîr bikin û herî dawî fermana Şengalê di 3`yê Tebaxa 2014`an de ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê yên terorîst ve pêk hat. Erdogan jî rênîşanê vê rêxistinê ye û hewl dide qirêjahiya kalikên xwe der heqê êzidiyan û gelên  herêmê de dubare bike.

Di rojên destpêkê ji fermanê komên biçûk ji YPG`ê ku ji fikr û felsefeya rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan xwe ava kirine, xwe kirin mertal û li hember fermanê sekinîn da ku bi hezaran ji gelê Şengalê rizgar bikin û di oxira wê de canê xwe feda kir.

Jinên êzidî ku hatibûn revandin, di pêngavên li dijî rêxistina terorîst de, rizgar kirin.

Paşê Yekîneyên Parastina Êzîdxanê ji pêkhateyên Şengalê ji bo parastina şeref û rûmetê hate avakirin.

Kiryarên dewleta Tirk berdewama kiryarên DAIŞ`ê ye. Tişta ku DAIŞ`ê di tunekirina êzidiyan de bi dest nexist, Erdogan dixwaze bi rêya hedefgirtina sembol û pêşengên civaka êzidî de bi dest bixe. Mam Zekî Şengalî di 15`ê Tebaxê de dema ji 4`emîn salvegera komkujiya Koço vedigeriya, şehîd xist.

Erdogan û çeteyên wî ji kiryarên dermirovî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî têr nabin. Îro jî sûcekî din li rêzesûcên xwe zêde kir. Fermandarê YBŞ`ê Zerdeşt Şengalî bi rêya balafirên keşfê tevî 3 hevalên wî şehîd xistin.

Em wek Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kiryar û sûcên li dijî gelê me yê Kurd şermezar dikin. Em berpirsyariya exlaqî ji hikumeta navendî ya Iraqê dixwazin. Ji ber dewleta Tirk serweriya dewleta Iraqê binpê dike û ji ber fermandar Zerdeşt Şengalê û hêzên wî ala Iraqê hildidin û ev yek Iraq dike berpirsa parastina van hêzan ji êrişên derve.

Em bang li saziyên pêwendîdar ên Iraqê û cîhanê dikin ku destwerdanê bikin û binpêkirina dewleta Tirk ji sînorên dewletên cîran re û êrişên li dijî gelên aştîxwaz û bi taybet ên tev li rizgarkirin û parastina gelan ji terorîstan bûn, bisekinînin."

(bx)

ANHA


Mijarên Din