Malbat çawa xwe ji vîrûsa Korona diparêzin?

Şêniyên herêma Cizîrê li rex pêkanîna biryara qedexeya derketina derve û parastina paqijiya kesayetî gelek tedbîrên xweparastinê digirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrûsa Korona,  biryara qedexeya derketina derve di 23`yê Adarê de da. Şêniyên herêmê heta astek mezin biryar pêk anîn.

Her wiha malbat di nav malên xwe de hinek tedbîrên digirin. Malbata şêniyê bi navê Mihemed Emîn Îşo ji gundê Maşûq ê girêdayî navçeya Tirbespiyê ye, tevahiya tedbîrên pêwîst girtine yên biryara qedexeya derketina derve girtin. Pêdiviyên xwe yên bingehîn kirîn, zarokên xwe fêrî parastina paqijiya kesayetî dikin û ji mal dernekevin.

Mihemed Emîn destnîşan kir ku ji tevahiya endamên civakê hevgirtin û hevkarî pêwîst e ji bo ku rê li pêşiya belavbûna vîrûsê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê girtin. Emîn destnîşan kir ku biryara qedexeya derketina derve ji bo berjewendiyên endamên civakê ne. Lewra tevî malbata xwe biryar pêk tîne. Emîn bang li tevahiya malbatan kir ku pêk bînin û ji bo berjewendiya giştî bi aliyên têkildar re hevkar bin.

PAQIJIYA MALÊ ÇANDA CIVAKA ME YE

Paqijiya malê li herêma Cizîrê çandek civakî ye. Her wiha li dijî xeteriya vegirtina nexweşiyan wek çekek tê hesibandin. Lewra şêniyên heta niha paqijiya malên xwe û kesayeta xwe ji her demê bêtir diparêzin. Da ku rê li pêşiya vîrûsa Korona bigirin.

Yase Şiwîş ji şêniyên navçeya Tibespiyê ye malê xwe bi temamî paqij û pak kiriye dibêje: "Paqijiya mal, çanda malbatên civaka me ne. Îro ev çand ji her demê bêtir pêwîst e. Ji ber ku cîhan bi nexweşiyek xeter re rû bi rû maye."

Li gotinên Yase Şiwîş, ew her roj mala xwe paqij dike û hewl dide silametiya malbata xwe jî biparêze. Yase diyar kir ku paqijiya malbatê gelek girîng e ji bo ku endamên malbatên nexweş nebin. Yase bang li tevahiya malbatan kir ku hevkar bin ji bo ku rê li pêşiya belavbûna vîrûsa Korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din