Malbata Barzanî duh dijminatiya Kurdên Rojhilat dikir îro jî dijminatiya Rojava dike

Piştî ku Mela Mistefa dawî li tevgera çekdarî anî; tevî zarok, malbat û fermanderên xwe penaberî Îranê bû. Li herêma Kerec a nêzîkî Tehranê li sed malên ku Şah ji wan re veqetandibûn, bi cih bûn.  Ji wê demê û pê ve, Barzanî bû amûrek di destê saziya sîxurî SAVAK a Îranê de û Îranê ew ji bo nakokiyên xwe yên bi Iraqê re bi kar anî. Her wiha Îranê bi destê Barzanî gurzek li dijberên xwe yên hêz û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê dabû. Yanî Îranê bi kevirekî du kew kuştin.

Di wî warî de belge hene, van rastiyan piştrast dikin. Girêdayî vê mijarê siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman dibêje: “Rêveberiya Barzanî ji ber berjewendiyên xwe yên taybet û kêmdîtina wî ya siyasî, bawerpênebûna bi rihê neteweyî û bi derfetên gelê Kurd ên zatî, bi awayekî metirsîdar ew taktîka me anî ziman derbas kir û li ser daxwaza desthilata Îranê hejmarek ji têkoşerên welatparêz ên rojhilatê Kurdistanê radestî wê desthilatê kirin û beşeke din li ser dest vê rêveberiyê hatin şehîdkirin ku di nava wan de sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Silêman Mûînî ji ber heman sedeman… hwd.”

Kamîran Bedirxan bi însiyatîfekê di sala 1963'yan de diçe Îsraîlê û bi Bin Goryûn, Golda, serokerkan Tsîfî Zamîr û serokê îstixbaratê re dicive. Axaftinên şahê Îranê der barê rewşa Kurdan li Iraqê de vediguhêze:

"Em dixwazin alava îsyana Kurdan li Iraqê berdewam bike, lê bi mercekê ku ev alav nebe agirekî mezin."

Îsraîl jî ji aliyê xwe ve di çarçoveya garantîkirin û parastina ewlekariya xwe de, nedixwest Ereb bi hêz bibin, şerê Kurdan bi Iraqê re wek derfeteke zêrîn didît ku wan bi kar bîne, eniya neyarên xwe parçe û lawaz bike. Ji wê demê de êdî Barzanî di bin wesayet û serweriya Îranê de ma.

Karên rêxistin û komên şoreşger ên Kurd li dijî Îranê dikirin. Tevgera Barzanî nerihet dikir, nexwest Îranê ji xwe tûre bike. Ji ber ku soz dabû îraniyan ku dê hêz û partiyên Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya desthilata xwe de bihêle (kontrol bike) beramber xwedîderketina Îranê ji Kurdan re, bi taybet rêberên tevgerê, malbatên wan û di serî de jî lîderê tevgerê û malbata wî. Bi vê mijarê ve girêdayî Şilomo Nekdîmon ku şêwirmendekî Îsraîlê bû, di pirtûka xwe de dibêje: “Şah ji wan rûdanan ditirsiya ku Barzanî Kurdên Îranê li dijî Îranê rake.” Berpirsekî Îsraîlî yê bilind jî dibêje: "Min hewldaneke mezin kir ku şah îqna bikin ku Barzanî li dijî sîstema wî ranaweste û tenê ew dikare berjewendiyên Îranê bi Iraqê re mîsoger bike!"

Wê tevgerê (tevgera Barzaniyan) hez nedikir tevgerên şoreşger derkevin pêş û rêbaza têkoşîna çekdarî bi rê ve bibin, ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li her sê parçeyên din jî. Ji ber ku wê tevgerê wer li xwe mêze dikir ku nûnerê Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê ye û dikare der barê doza Kurd de çawa bixwaze, wisa biryarê bide. Di vê derbarê de PDK-Îran di bruşora xwe ya "Xiyanetên Qiyadeya Mûeqet Neteweya bi Kurd" de dibêje: "Vê dawiyê Îdrîs Barzanî di komcivîneke cehşên şîmal de gotibû ku bi tenê binemala Barzanî mafê wan heye muxtariyê ji bo Kurdan bixwaze. Her partiyek di her çi beşeke Kurdistanê de daxwaza muxtariyê bike, em li dij in û napejirînin." Wê tevgerê rihê şoreşegerî yê tevgerên Kurd û kesayetên welatperwer û giştî gelê Kurd beravêtî dikir, di xizmeta berjewendiyên xwe, dagirkerên Kurdistanê û hegemonyaya cîhanê de bi kar dianî û ber bi paş de dikişand. Endamê PDK-Îranê Xidir Meresene di pirtûka xwe de dibêje: "Sala 1966'an destpêka damezirandina peywendiyên Îran û rejîma şahê Îranê û xwegirêdana şoreşê bi dezgeha sîxurî CIA û SAVAK (dezgeha sîxurî ya Îranê) bû. Ew peywendiya Partiyê li gel SAVAK û Amerîkayê ya di çarçoveya dîplomasiyê de, ji bo berjewendiyên gelê Kurd nebû, ya rast ji bo dabînkirina berjewendiyên wan her du dewletan bû."

Piştî deshilata şah li Îranê rûxiya, tengezariya malbata Barzanî jî dest pê kir, ji ber helwesta wan a alîgir ji şah re û rawestandina wan li dijî partiyên siyasî yên dijber di dema şoreşê de. Piştî têkçûna şah di sala 1979'an de, êdî Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hemwelatiyên Kurd ve di aliyê îdarî, aborî û aliyên din ên jiyanî de dihat birêvebirin. Lê di aliyê çawaniya çareserkirina bûyeran li Rojhilatê Kurdistanê de biryar dan ku li Îranê vegerin û bi guftûgoyê bi sîstema Îranê ya nû re li Tehranê çareser bikin. Di sala 1982-1983'yan de Serdeşt jî di nav de, piraniya gund û navçeyan ketin bin destê Kurdan. Mehabad çend mehan, Bokan zêdetirî 2 salan di destê Kurdan de ma. Lê belê sîstemê mafê neteweyî yê Kurdan nepejirand û vegeriya bikaranîna hêz û çekan. Di encama wê de şerekî dijwar di navbera her du aliyan de derket. Rejîmê hemû cureyên çekên di destên wan de hebûn, tev bi kar anîn, lê encama ku hêvî dikirin, negirt. Wê demê serokê giştî yê artêşê detayên şer û bêçaretiya danîna dawiyekê ji vî şerî re ji îmam Xûmeynî re ragihand.

Piştî bê çare dimînin û gelek hevdîtinan dikin, digihêjin wê biryarê ku tekane rê ji bo vî şerî ew e ku vê erkê bispêrin mala Barzanî û milîsên wan. Lewma yekser berpirsên dewletê yên kevn di dema desthilata şah de xwedî zanyarî bûn. Der barê têkiliya vê malbatê bi sîstema şah û qraltiyê re û xalên lawaz ên wan (pere) û her çi tiştê girêdayî bi reh û kokên wan ve. Tê gihîştibûn ku dikarin bi pereyan wan bikirin û bixin xizmeta xwe. Di hevdîtina yekemîn a di navbera Xumeynî û malbata Barzanî de Xumeynî ji wan re dibêje: "Hûn li vir ne mêvan in, Îran welatê we ye, îslam me dike yek, tu cudatî di navbera Kurdan de nîn e. Me pir hewl da ku em bi van birayên me yên li vir (mebest Kurdên Rojhilat) re xwe bigihînin çareseriyeke aştiyane ji bo vê pirsê. Lê her du partiyên (Komele û Demokrat) bi desteka Sedam Husên agirê şer pê xist û ew bûne sedem ku têkiliya me bi we re xirab bibe."

Piştî wê diyariya Xumeynî ji wan re pêşkêş kir ku ew jî mîqdarek pere bû, dan her du birayan Îdrîs û Mesûd, vê yekê kir ku her du bira bibezin destê Xumeynî maç bikin. Xumeynî jî bi destê xwe serê her duyan mist da û got: "Hûn her du bûn kurên min, ez ê bi qencî duayan ji we re bikim." Xumeynî ferman da ku hemû pêdiviyên malbata Barzanî dabîn bikin. Hinek pispor jî erkdar bikin da ku li rex her du birayan (Mesûd û Îdrîs) di demeke herî kin de projeyê amade bikin. Xidir Meresene wê têkiliyê di "Awênekanî Rastiyekan" de wiha rave dike: "Hinek çek, çol û dirav didan şoreşê, lê li pey wê alîkariyê rojeke tal li benda Kurdan bû. Bi wergirtina xurak û çekên wekî RPG, top û katyûşa...! Bêguman wegirtina wan derfetan ji rejîma şah wiha hêsan nebû, ji ber nirxê wê dixwest. Diviya şoreşa Başûrê Kurdistanê li beramber her tiştekî wergirtiye, beşek ji xwestekên rejîma Şah dabîn bikira. Di pey re ew şêwaz di şoreşa Başûr de fermiyetek pê hate dayîn ku mixabin endamên Partiya Demokarat a Îranê bûn qurbaniyên vê siyasetê û sewdaliya ku di navbera rêberên tevgera Başûr û rejîma Şah de hatibû mohrkirin."

Beramber van xizmetên ku Barzanî pêşkêşî Îranê kirine, Sertîp Seîdiyan serokê SAVAK'ê  yê Urmiyê gotiye: "Îsyankarê duh (mebest Barzanî) niha di xizmeta me de ye, xwedê alîkarê wî be, rojek dê were em ê wî bikin waliyê Kerkûkê." Bi vê mijarê ve girêdayî endamê Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Cemîl Bayik dibêje: “Barzanî bi awayekî berdewam mirovên welatparêz ên Rojhilatê  Kurdistan digirtin û radestî şahê Îranê dikirin. Şoreşgerên mîna Silêman Mûînî û Mela Aware kuştin û radest kirin. PDK’ê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKI) bi milkê xwe dizanî, nedihêla tu tevgereke din mil bi milê wan be û bi wan re pêşbirkê bike. Dema PDK li dijî HDKI’yê şer dike, sedem ew nebû ku rêbaza HDKI’yê şaş e an welatfiroş e yan jî xiyanetkar e, lê belê dixwestin tu tevger li Kurdistanê nekevin pêşiya wan. PDK bû sedema derxistina HDKI’yê ji Îranê, ne ku pasdaran; ev rastiyeke û her kes dizane. Dema ev kar kirin, zilm û sîtemeke zêde der barê gelê Rojhilat de kirin ku ne şah û ne jî rejîma îslamî ev kar bi xelkê Rojhilat kiribûn. Heta cehşên Rojhilat jî Îdrîs Barzanî ew bi rêxistin kiribûn. Sedema vê jî ev bû ku HDKI nebû xizmetkarê PDK’a Iraqê, lê PDK’a Iraqê xizmetkarê rejîma Îranê bû.”

Bi vî awayî kar û erk hatin dabeşkirin di navbera van pisporan ji aliyê sîstema melayan û her du birayan Îdrîs û Mesûd ve. Li gorî peymanê her du birayan soz da ku Rojhilatê Kurdistanê ji hemû çekdar û çekên heyî paqij bikin, bi taybet yên di destê her du partiyên sereke de. Îranê jî ji aliyê xwe de Wezareta Parastinê û Dezgeha Sîxurî (Îtlaat) ya Pasdarên Şoreşê hemû derfet xistin xizmeta malbata Barzanî, hemû pêdivî dabîn kirin ji bo temamkirina vî erkê ku ji wan re hatibû spartin. Her wiha mûçe mehane ji wan re hat veqetandin, çekdarên wan jî du mûçe di nava mehekê de digirtin, yek ji wan aşkere bû ya di din jî bi dizî bû. Projeya ku hatibû plankirin ji aliyê rejîma Îranê û malbata Barzanî ve li ser kaxizê amade bû lê tekane astengiya li pêş pêkanîna wê derdiket, desteka gel li her du parçeyan Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ya her du partiyan û rêxistina şoreşgerî ya Rojhilatê Kurdistanê û Kurdên Başûr ên ku li Îran niştecih bûbûn ku destek didan xebata Kurdên Rojhilat bû.

Ji bo ku guhartinekê di vê pirsgirêkê de çêke diviya planekê deynin ji bo pêkanîna wê û piştre dest bi plana sereke bikin. David McDowall jî vê rastiyê piştrast dike û di pirtûka xwe de nivîsiye: "Di dawiyê de sîstema Îranê hêzên Barzanî hilbijartin ku li herêmên bi kurmancî diaxivin, li navendên girîng ên Bakurê Kurdistanê (Rojhilat) PDK-Îran li cihên nêzî sînor tesfiye bike û axayên kurmanc ên ku piraniya wan sunnî ne û zimanê wan hev gire dide, bi dûr bixe. Barzaniyan jixwe berê hevkarî bi Komara Îslamî re kiribû çawa ku berê bi şahê Pehlewî re dikir lê piraniya van axayan hewl da ji derveyî vî şerî bisekinin. Xwesteka wan hebû serweriya bi desthilata Tehranê re bin, ta astekê serbixwe man, lê belê bêguman ne bi aliyê şerê Kurdan. Lê hinek serokeşîr ên wekî Sînar serokê hoza Mamendî Şikak ku dîrokeke wî ya Kurdparêziyê hebû, ne alîgirê Barzanî bû, destek dida PDK-Îran, lewma Mela Mistefa di sala 1967'an de di dema şerê Komîteya Şoreşger PDKÎ'ê ew girt û radestî şah kir."

Li Rojavayê Kurdistanê jî Barzanî hemaheng bi dewleta Tirk re kar kir. Derî û sînorên xwe bi Rojava re girtin, xendek kolan, ketina ekîbên tenduristiyê, dermanên pêwîst qedexe kir. Heta gelek caran nedihişt birîndarên birînên wan giran in, derbasî Başûr bibin. Bi vê xwest ezmûna Rojava ya rêveberiya Xweseriya Demokratîk bifetisîne, ta astekê gel provoke dikir. Bi rêya şerekî îdeolojîk ê sîstematîk û êrişên li ser ragihandinê û belavkirina nûçeyên derew, dîsa bi rêya televîzyonên xwe yên wekî Rûdaw û Kurdistan 24 ku şerekî psîkolojîk didan meşandin, jehra xwe berdidan mêjiyê gelê me yê dilpak û dan nîşan ku rewş ber bi çarenûseke nediyar ve diçe, her der tar û mar bûye, da ku serê gel tevlihev bikin û gel ji Rojava bidin koçberkirin, tevî Rojavayê Kurdistanê di aliyê ewlehiyê ji hemû herêmên Sûriyê ewletir bû. Dezgehên ragihandinê yên Partiya Demokrata Kurdistana – Iraqê pir hewl da tevliheviyê, bêaramiyê çêkin, nav û dengê Rêveberiya Xweser reş bikin, tovê fitneyan belav bikin û gel bê bawerî bihêlin. Tevî diviya Barzanî xwe bida kêleka Rojava û destek bidayê di meşa xwe ya ber bi azadiyê de, ji ber ku azadbûna Rojava mîsoger dê hêz û destekê bide hikumeta Herêma Kurdistanê, ne wê lawaz bike.

Duh Barzanî dijmintiya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê dikir, îro jî dijminatiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike. Duh Barzanî hevkarî bi Îranê re dikir, îro jî bi Tirkiyê re dike. Bi kurtasî, careke din dijminatiya Kurdan dike. Lê vê carê Şengal û Rojava jî dane ber xwe. Duh Tirkiyê dîwarê beton seranserî sînorê xwe bi Rojava re bilind dikir, hemwext pê re Mesûd Barzanî jî xendek li ser sînorê Rojava dikolan ku ji Tirkiyê re nîşan bide; em di bin fermana te de ne. Çawa ku bavê wî Mela Mistefa ji şah Mihemed Riza Pehlewî re gotibû “Eger hûn ji me re bibêjin bimirin, em dimirin, hûn bibêjin bijîn, em ê bijîn”. Dema şah naveroka Peymana Cezaîrê radigihand, Mela Mistefa ku li ser wê dawî li şoreşê anîbû û penahî bi Îranê bûbûn, Mehmûd Osman jî, di wê hevdîtinê de amade bû û di vê derbarê de wiha dibêje: “Şah dixwest berteka Barzanî bizane der barê naveroka peymanê de. Dema şah der barê naverokê de agahî dan û axaftina xwe bi dawî kir, li benda bersiva Barzanî bû. Bersiva Barzanî bi kurtasî ev bû; “Em gelê te ne, madem tu razî yî ji Peymana Cezaîrê û berjewendiyên gelê Îranê mîsoger dike ku ew welatê me yê dayik e, tiştekî em bibêjin nîn e, em ne li dij in. Em di bin fermana te de ne, eger tu ji me re bibêjî bijîn em ê bijîn û eger tu ji me re bibêjî bimirin, em ê bimirin, em bi we re dilsoz bûn, niha jî em dilsoz in. Em ê di pêşerojê de jî bimînin dilsoz, em hêvîdar in xêr û başiyên we ji me kêm nebin.” Ev axaftina Mela Mistefa bû di dîroka 12.03.1975’an de berî “Aşbetaliyê.”

Baweriya korane û tevgerîna li gor, ajandeyên herêmî û navneteweyî û beza li pey berjewendiyên madî yên malbatî ya ku wek taybetmendî ku di Mela Mistefa de hebûn, em wan taybetmendiyan di zarokên wî de jî dibînin yên girêdana xwe ji dewleta Tirk û serokê wê Erdogan venakin, yê ku rojane Kurdan di kuştin û komkujiyan re derbas dike, nirxên mirovahî binpê dike li Bakur, Başûr û Rojava ku bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Cihgirtina li rex hêzên Kurdistanê dagir kirine û meşandina siyasetên wan, şerkirin li dijî gelê xwe ji şaşîtiyên herî mezinin ku tevgera Kurd dike, îxaneteke mezine derheqê deh hezaran şehîdan de. Dijminên Kurdan ne ewqas xurtin wek ku hûn bawer dikin, yê ku wan xurt dike hêz û cesaretê dide wan xiyanet û koletiya ku xwe jê xilas nekirine ye. Ev terz ew e sedemê mayîna Kurdan wek kolan li ba Erdogan û yên wekî wî, ew e sedema belavbûn û janên Kurdan, ew e sedema sernektina wan di di meşa xwe ya ji bo azadiyê. Avakirina vîneke serbixwe tê wateya azadî bixwe. Eger ku Barzanî xwedî vê taybetmendiyê ba dibe ku cihê xwe li çepera dagirkerên Kurd de negirtiba û nebûna pêlîstokek di destê hêzên herêmî û navneteweyî û pêkanîna ajandeyên wan.

Ji destpêka şerê Sûriyê ve ENKS cihê xwe li cem koalîsyona Îxwanî ya nîjadperest girt. Ya ser bi Erdogan ve, ya ku hewl dide hêza Kurd parçe bike û mafê Kurdan înkar dike. Komên ser bi ENKS’ê ve hemaheng bû bi komên îslamî û Cebhet El-Nusra re êrişî YPG’ê dikirin li Heleb û cihên din. Her wiha her cure destek didan ketîbeya Selaheddîn û yên din. Dema Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, diyar bû ku bi dehan kesên ser bi ENKS’ê ve agahiyên sîxûrî û koordînat dane MÎT’ê û artêşa Tirk, der barê navendên YPG’ê de. Piştî Efrîn hat dagirkirin jî gelek kesên ser bi ENKS’ê ve cihê xwe qaşo di encûmeniya herêmî ya bajarê Efrîn û navçeyên wê de girt.

Çavkanî:

1. MOSAD li Iraq û dewletên derdorê (Şlomo Nekdîmon(

2. Dîroka Kurdan a Modern (David McDOWALL(

3. Îxaneta Qiyadeya Mûeqet bi Neteweya Kurd (broşora Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê(

4. Ezmûn û Tecrube ji Şoreşa Kurdistanê (bîranînên Mehmûd Osman(

Çavkaniyên Soranî:

1. Awênekanî Rastiyekan (Xizir Meresene(


Mijarên Din

Têkiliyên di navbera