Malbata Emo… nimûneya bi hezar malbatên ku xeyala vegera li herêmên xwe dike

Malbata Emo ya ji bajarê Serêkaniyê ji êrişên dewleta Tirk û zirardîtina ji wan natirse, lê belê hest û henasên wan ên vegera li bajarê xwe êdî bûne xewnek ku her sibeh malbata li ser wê hişyar dibe.

Di maleke gund de ku ji 2 odeyan pêk tê, li gundê Cidêde yê rojhilatê navçeya Zirganê ya girêdayî bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  malbata Emo piştî koçberiya ji gundê Qebir Şêx Husên ku 15 km li rojhilatê bajarê Serêkaniyê bi cih bû, ew jî ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de ye.

Li gorî serjimariya ku Rêveberiya Xweser eşkere kiriye, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de zêdetirî 300 hezar şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên di navbera rojhilatê bajarê Serêkaniyê heta bi rojavayê bajarê Girê Spî, koçber bûn.

Îro Dawûd Cemal Emo (60) tevî hevjîna xwe Menîfe Mela Eyûb û keçên wî Awaz, Nalîn û Sûad, neviyên wî Nalîn, Narvîn û Aya debara xwe bi pereyên ku berê ji xebata çandiniyê ya li erdê  xwe kiriye, dikin. Her wiha 3 kurên wî yên li herêmên dîtir ên herêma Cizîrê dixebitin, alîkariya wan dikin.

BALAFIRÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER HER TIŞTÎ BOMBEBARAN DIKIN

Têkildarî koçberî û gera xwe ya bicihbûna dawî, Dawûd Cemal Emo wiha got: "Em zêdetirî 20 malbata li gundê Qebir Şêx Husên hebûn, di rojên destpêkê de ji gund derneketin, lê belê me bombebarkirina balafir û çawaniya wê ya ku her tiştî dide ber xwe dît, yekser ji gund derketin."

Ji ber metirsiya li ser jiyana malbat û zarokên xwe ji bombebarana dijwar ku bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê dihat hedefgirtin, piştî 3 rojan tevî malbatên dîtir ji gund derketin û wiha got: "Bombebaran, navbera biçûk û mezin, sivîl û leşker cudahiyê nake, em yekser piştî 3 rojan ji xof û tirsa bombebaranê berê xwe da navenda naçeya Zirganê."

Hevjîna wî, Menîfa Eyûb destnîşan kir ku bombebaran li ser malbata wê bi taybet zarokan xeteriyeke mezin bû û wiha domand: "Balafir li ser sere me digerîn, rast û çep bombebaran dikir, zarokên me hebûn û tirsa me ji tiştek bi serê wan de bihata hebû. Me di derketinê de tu tişt ji milkên xwe neanî, tenê cilên li me û zarokan bû."

Dawûd li ser gotina hevjîna xwe zêde kir û wiha berdewam kir: "Em li Zirganê bi hedefa bombebaran bisekine, man da ku vegerin gundê xwe. Lê belê bombebaran nesekinî. Bi hatina çeteyan a gundê me û destpêkirina dizî, talan û wêrandkirinê re, me bawer kir ku derfeta vegerê nema û me her tişt li şûn hişt."

Malbata Emo di navbera navçeyên Zirgan û Dirbêsiyê li gel xizmên xwe bi dema 6 mehan her tim digerî. Lê niha li gundekî bi cih bûne, ji ber nêzî gundê wan, Qebir Şêx Husên ku dûrî wê bi 9 km dikeve.

Dawûd Emo wiha axivî: "Min zêdetirî 170 milyon lîreya Sûriyê zirar dît, ji zeviyên çandiniyê bi rûber 150 donim, mal û milk, alavên sererastkirian zeviyên çandiniyê, mal û bingeha wê."

Emo got tiştê şer bi xwe re aniye, dê piştre bi vegerê re tawîz bibe, lê belê titşa ku nayê tawîzkirin dagirkirina gundê wî ye ku tê de feoda û ne aramî heye û wiha pê de çû: "Hêviya min û malbatê ya yekane vegera li war e û jinûve jiyana di haway aramî û ewlehî ya dûrî çeteyan e."

Dawûd Emo da zanîn ku mala wî bi temam hat şewitandin, tenê xweliya malê heye û ev yek jî di wêneyên ku jê re hatine eşekre bûn, her wiha li ser malperên çeteyan jî hebûn.

Li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, êdî rojane nakokiyên di navbera çeteyên bi xwe de li ser dabeşkirina mal û milkên sivîlan, ji zeviyên çandiniyê, mal, kargeh, dikanên bazirganiyê hene. Bi wê re jî li ser mal û milên şêniyên bi hev dikevin. Şer û bihevkirina dawîn jî di navçeya çeteyên Sultan Murad û çeteyên El-Emşat de bû.

YEKANE HÊVÎ VEGER E

Menîfe Eyûb û hevjînê wê Dawûd Emo li ser vegerê li hev dikin ku ji zirarên mal û milkên wan girîngirt e û piştrast kirk u tenduristî û jiyana di mala xwe de ji pereyan pêwîstir e . Her wiha destnîşan kir ku hêviya tekane ya rojane vegera li war e û êdî hêvî û xewneke her sibe malbat li ser wê hişyar dibe.

Rewşa Awaz Emo keça navîn a malbatê(30) mîna rewşa bav û dayika wê  û malbatên koçber ên dîtir ji herêmê ye, çavên wê li veger û derketina çeteyan ji herêmên wan e ku aramî û ewlehî li wan herêman wek berê vegere.

Çîroka malbata Emo nimûneya bi hezar koçberan e ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber koçberkirina bimetod ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, ye. Îro jî li kamp û navendên ku Rêveberiya Xweser digel tunebûna piştevaniya rêxistinên mirovî de û bêdengiya navneteweyî li ser van azaran pêk anîne, bi cih bûne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din