Malbata ku 9 ferdên wê astengdar in banga alîkariyê dike

Malbata şêniyê bi navê Mihemed Yûnis Çawîş, 9 ferdên wê astengdar in, di rewşeke giran a aborî de dijîn û tenê li ser alîkariyên xêrxwazan debara xwe peyda dikin.

Astengdariya 9 endamên malbata Mihemed Yunis Çawîş tevî xizaniyê, jiyana malbatê kiriye kabûs. Çawîş bavê 9 zarokan e. Kurê wî yê mezin Yasir 26 salî ye. Tevahiya zarokên wî ji biçûkahiya xwe ve astengdar in û nikarin ji nivînan rabin.

Êdî Çawîş û hevsera xwe temen mezin bûne û nikarin bixebitin da ku debara malbatê peyda bikin.

Heta zaroka biçûk a 6 mehî Darîn jî  ji wê astengdariyê xilas nebûye û mîna xwişk û birayên xwe Yasir, Xêriye, Cemîle, Yusra, Hûriye, Amêr, Emel û Menzer astengdar e.

Malbat di maleke biçûk de ku wan ne ji germahiya havîn û ne ji sermaya zivistanê diparêze, dimînin. Malbat debara xwe bi alîkariyên xêrxwazan peyda dike, ji ber ku tu endamekî malbatê nikare bixebite.

Dayika Sebah El-Şerîf a 52 salî pêdiviyên zarokan û pêwîstiyên wan peyda dike. Lê ji ber ku hinekî temenê wê mezin bûye, êdî nikare mîna berê wan tiştan pêk bîne.

Kurê malbatê Amêr Çawîş tevî astengdariya xwe got: "Şikur ji xwedê re em bi rewşa xwe û bi qismeta Xwedê razî ne. Nebû nasîb ku ez biçim dibistanê û mîna hemûyan fêr bibim."

Amêr Çawîş bang li xêrxwazan û rêxistinên mirovî kir ku rewşa wan bibînin û desteka pêwîst ji wan re pêşkêş bikin, ji ber ku bi hewcedariya her alîkariyekê ne.

Yasîn El-Himîdî yê cîranê malbatê wiha got: "Azarên malbatê li gel xizanî û buhabûna pêdiviyên jiyanî gelekî mezin in. Ji ber astengdariya xwe nikarin bixebitin û debara xwe peyda bikin. Ew li ser alîkariyan dijîn."

El-Himîdî diyar kir ku kesên xêrxwaz vê demê gelek kêm bûne, malbat jî bi hewcedariya her cureyek alîkariyê ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din