Malbata rêber Ocalan û girtiyên din ji bo hevîtinê serlêdan kirin

Malbata rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi Ocalan re dimînin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasîsê Ocalan Mazlûm Dînç ji bo ku biçine Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Her wiha malbatên girtiyên li Îmraliyê Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş bi rêya parêzeran serlêdan kirin.

Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji 15'ê Adara 2015'an û vir ve 5'ê Hezîranê, 12'ê Tebaxa 2019'an û 2'yê Adara 2020'an xizmên xwe dîtibûn. Hamilî Yildirim jî ji 15'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve tenê 5'ê Hezîranê û 12'ê Tebaxa 2019'an malbata xwe dîtibû. Ji ber şewata li Îmraliyê li ser fikaran 2'yê Adarê hevdîtin hatibû kirin, ji ber ku hevdîtina Yildirim nexweş bû hevdîtin nehatibû kirin.

Rêber Abdullah Ocalan piştî 21 salan cara pêşî 27'ê Nîsanê mafê peywendiya bi rêya telefonê bi kar anîbû, girtiyên din ên li Îmraliyê ji 2015'an û vir ve cara pêşî heman demê bi telefonê bi malbatên xwe re axivîbûn.

Piştî mafê telefonê yê 21 salan, 7'ê Îlonê qedexeya ji bo 6 mehan hatibû danîn.

(cx)


Mijarên Din