​​​​​​​Malbata zarokê revandî Ebdo Şêxo banga vegera kurê xwe dikin

Malbata zarokê bi navê Ebdo Şêxo bang li civaka navdewletî kir ku rewşa kurê wê yê ku çeteyên Tugeya Semerqend revandine û şandine Lîbyayê eşkere bikin. her wiha dewleta Tirk a dagirker  ji ber sûcên wê li dijî sivîlan li Efrînê dagirkirî muhesebe bikin.

Çeteyên bi navê Tugeya Semer Qend bi serkêşiya çeteyê bi navê Ebû Cîhad a girêdayî istixbarata Tirkiyê beriya du mehan, zarokek 15 salî bi navê Ebdo Şêxo ji mala wî li gundê Rûta li navçeya Mabatayê li kantona Efrînê revandin. Piştî mehek îşkencekirin, ceteyan ew zarok tevî çeteyên din dişînin Tirkiyê piştra Lîbyayê da ku li rex hikumeta El-Seraj şer bike.

Apê Ebdo Şêxe, Necîb Şêxo li kantona Şehbayê dimîne girêdayî bûyerê ji ANHA`yê re axivî û bang li rêxistinên navdewletî û têkildarî mafên mirovan kirin ku mudexele bikin û yekser çaranûsa kurê wan Ebdo Şêxo eşkere bikin û wî vegerînin malbatê.

Necîb Şêxo destnîşan kir ku Ebdo Şêxo kurê tekane yê birayê wî ye. dêûbavên Abdo Şêxo temenmezin in û nexweş in û pêwîstiya wan bi eleqedariyê re heye. Ruxmî wê jî çeteyên Tirkiyê kurê wan ê tekane revandin û şandin Lîbyayê. Heta niha nizanin bê sax e yan mirî ye.

Her wina Necîb Şêxo bang li civaka navdewletî kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên wê li dijî sivîlan li Efrînê û şandina zarokên Efrînê ji şerên li welatên din, muhesebe bikin.

Şêxo destnîşan kir ku çeteyên Semer Qend gundê Rûta veguherandina navend û baregehên çeteyên xwe û her wiha mala şêniyê bi navê Ebû Xalid kirine cihê îşkencekirina sivîlan.

Necîb Şêxo diyar kir ku çete sivîlên ku zarokên wan li derve ne direvînin ji bo ku li beramberî serbestberdana wan fîdyayan werbigirin.

Di dawiyê Necîb Şêxo got çeteyên koma Semer Qend bi serkêşiya Ebû Cîhad milkên koçberên Efrînê ji gundên Rûta, Senorê, Kefer Sefrê û Hec Hesna yên li Şehbayê dimînin talan dikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din