Malbata Zekî Mibarek ku di zindana Tirkiyê de kuştî hate dîtin ji ANHA`yê re axivî

"Çawa wisa kuştin û ji dîtina wî ez mehrûm kirim, ma bi wan zaliman çi kiribû?" Ev gotinên zarokê Zekî Mibarek in ku cenazeyê bavê xwe dibîne ku çawa tê oxirkirin. Ew jî piştî mehekê ji bûyera kuştina wî ya gumanbar di girtîgehên Tirkiyê de ye.

Zekî Mibarek ê ku tekez kiriye malbata wî çûye Tirkiyê bi sedema xebat û rewşa tevlihev a Xezayê ku desthilata Tirkiyê û pê re filistîniyek bi navê Samer Şeiban hebû, di nîvê mehba borî de, Tirkiyê tawana îstîxbaratê ji bo dewleta Îmarata Erebî li ser wî bar kir.  Malbat jî vê tawanê bi carekê red dike.

Piştî çend rojan ji barkirina tawana îstîxbaratê, kuştina wî di girtîgeha Sîlîvrî ya bajarê Stenbolê de hate ragihandin ku wî xwe kuştiye. Her wiha malbatê di kêliyên yekemîn de guman bi gotinên hikumeta Tirkiyê kir û tekez kir Zekî Mibarek ne pêkan e xwe bikuje û ew bi îşkenceya li ser destê rayedarên Tirk hatiye kuştin.

Piştî nêzî mehekê ji bûyera kuştina Zekî, cenazeyê wî zêdetirî çend rojan gihîşt Qahîreyê da ku ji bo Xezayê bê veguhastin û veşartin. Lê beriya ku cenaze bigihîje Xezayê, malbatê bi rêya Balyozxaneya Filistînê ya li Misrê xwest ku bijîşkê şerî (tiba edlî) cenaze bibîne da ku rastiya kuştinê bê nasîn. Di encamê de malbata Zekî Mibarek tekez kir ku ew li ser destê desthilata Tirkiyê piştî bi îşkenceyeke hovane hatiye kuştin.

Malbata Mibarek: Da ku debara zarokên xwe bike çû Tirkiyê, lê ew kuştin!

Xwişka Zekî Mibarek ku bi navê ‘Dayika Mihemed’ tê nasîn, ji ajansa me ANHA’yê re wiha da zanîn: "Birayê min çû Tirkiyê ji bo xebatê. Wekî hemû kesên ku ji Xezayê penaber bûn û li karekî digerin, çûn. Li wir jî rastî tawana ku ji rojên destpêkê ve piştî girtina wî nehatiye sepandin û bawerkirin, hat."

Dayika Mihemed wiha lê zêde kir: "Ji kêliya ku parêzeran doza Zekî girtiye, çîroka Tirkiyê ya ku ew sîxurtiyê ji dewleta Îmarata Erebî re dike, nehat bawerkirin. Soz dan ku dê di çend rojan de ji girtîgehê derkeve. Piştî çend rojan ji baweriya me ya ji aliyê parêzeran ve ku Zekî dê derkeve bê guneh e, mat man ku desthilata Tirkiyê ragihand wî xwe kuştiye. Zekî li bendê bû ku bi navbeynkariyê derkeve. Ew jî piştî parêzerên dewleta Tirkiyê û parêzerê wî yê taybet tekez kir ku tawana lê hatiye barkirin, nehatiye sepandin. Li gel malbatê jî hemû qeydên telefona wî û belgeyên bêgunehiya Zekî Mibarek hene. Piştî parêzer doz hilgirt, ew şandin, lê dûre tu agahî jê nehatin."

Ji aliyê xwe ve jî kurê Zekî Mibarek, Yûsiv ji ajana me ANHA’yê re wiha raber kir: "Bavê min ji bo pariyê nan û debara pêşeroja me çû. Lê bi destgîrkirina wî mat man û piştre jî bi kuştinê. Tu piştrastkirin ji kuştina bavê min tune ne. Ji bo me çû da ku li jiyaneke bêazar bigere, lê ew kuştin."

Piştî Misrê lêkolînkirina cenazeyê Zekî Mibarek bi daxwaza malbatê û balyozxaneya Filistînê erê kir, rapora bijîşkê şerî ya piştî kifşkirinê hat ragihandin ku Zekî Mibarek rastî îşkenceyeke hov di girtîgeha Tirkiyê de hatiye û di encamê de jiyana xwe ji daye.

Li gorî birayê Zekî ji ajansa me re diyar kiriye: "Cenaze ji ber îşkenceyê bi temamî hatiye xerabkirin. Bêhnva kufikê di encama îhmala qestî de, jê dihat. Ji wê jî zêdetir cihên lêdanê û birînan eşkere xuya dikirin. Ziman jî qut kiribûn. Hestiyên wî hemû hatibûn şikandin."

Li aliyekî din jî her du parêzerên ên ku li ser doza Zekî disekinîn, ji çapemeniyê  re wiha got: "Nîşaneyên eşkere hene ku mîsogeriya çîroka Tirkiyê der barê xwekuştina Zekî Mibarek de ku xwe bi qawîşa şalê xwe bi dar ve kiriye, derew derdixe. Tê zanîn ku hemû girtî û girtiyên siyasî li tevahî cîhanê cilên girtîgehê li xwe dikin û yekser cilên taybet ji wan distînin. Lê hat zêdekirin ku kuştî di cilên girtîgehê daliqandî hate dîtin. Ji ku derê qawîşê şalê wî yê taybet jê re hat û yê ku tê zanîn divê di ewlehiya girtîgehê de be?”

Parêzeran wiha lê zêde kir: "Pîvana kuştî 100 kg e. Di girtîgehê de tu tişt weke daniştok an jî ji bilî wê tune ye ku pîvanê xwe yê giran rake û bi baniya girtîgehê ve bike da ku xwe bi qawîşê daliqîne û bêyî ku tu kes pê re nebe alîkar an jî karê kirdar be? Ev qet nayê bawerkirin.”

Di nav mîsogeriya  malbatê de ku kurê wan xwînsarî di girtîgehê de hatiye kuştin, lê malbatê dîsa jî ji hikumeta Tirkiyê xwest ku qeydên kamîreyan bên pêşkêşkirin da ku çîroka wan bê sepandin. Lê hikumeta Tirkiyê weke malbatê gotiye, qeyd sîl kirine. Tu nîşane li ser xwekuştina Zekî Mibarek nedan.

Bijîk Zekeriya Mibarek birayê kuştiyê Filistînê, beriya çend rojan ji çapemeniyê re kifş kir ku cenazeyê birayê xwe radest bir. Lê cenaze bi temamî hatiye nexşekirin, di encama îşkenceyê de û lê cihên şikandî jî hene û tu tişt tê de tekez nabin ku Zekî xwe daliqandiye.

Malbata Mibarek got ew li benda derketina rapora bijîşkê şerî ne ku sedema bingehîn a kuştinê ragihîne. Her wiha rêzbazên îşkenceyê ku rastî Zekî di girtîgehên Tirkiyê de di navbera 6 hefteyan de, hatine. Dûre dê malbat xwe bispêre wê raporê da ku giliyê  li hikumeta Tirkiyê û berpirsiyarên wê li pêş cîhanê bike.

Di heman demê de, ev xemgînî malbata Samir Şeiban jî dikişîne yê ku hikumeta Tirkiyê bi Zekî Mibarek re destgîr kiriye û wek wê tawanê lê bar kiriye. Malbatê got ew bi fikar in ku kurê wan jî çarenûsa wî wekî ya Zekî Mibarek be, piştî ku agahî jê qut bûne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din