Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da. Serlêdana parêzeran a cara 804'emîn jî hat redkirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Malbatên 3 girtiyên li gel Ocalan jî ji bo hevdîtinê serlêdan kir. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aktaş jî bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Mehmet Ocalan ji 11’ê îlona 2016’an heta 12’ê çileya 2019’an cara yekem hevdîtin pêk anîbû.

Serlêdana parêzeran a hevdîtinê red kirin

Ji parêzerên Ocalan, Raziye Turgut, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç jî bi boneya bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, duh cara 804’emîn serî li serdozgeriyê dabû. Lê serlêdana parêzeran hat redkirin.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên cuda nahêlin parêzer bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.


Mijarên Din