Malbatan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya Tirkiyê da.

Malbatên girtî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Malbat herî dawî di 5’ê Hezîranê de çûbûn hevdîtinê.


Mijarên Din