Malbatan ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe yên li Îmraliyê re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan  û vasîsê Ocalan Mazlum Dinç, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Emin Konar û xwişka Veysi Aktaş  Sabiha Aslan, bi armanca li Îmraliyê hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş ku di 15'ê Adara 2015'an de wekî Sekreterya çûn Îmraliyê û Hamîlî Yildirim jî di 15'ê Tîrmeha 2015'an de çû Îmraliyê. Cara ewil di 5'ê Hezîrana 2019'an de çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin.


Mijarên Din