Malbatan ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe yên li Îmraliyê re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan  û wesiyê Ocalan Mazlum Dinç, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Emin Konar û xwişka Weysi Aktaş  Sabiha Aslan, bi armanca li Îmraliyê hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbat herî dawî di 5’ê Hezîranê de, çûbûn hevdîtinê.


Mijarên Din