Malbatek ji Xezayê aqûbeta kurê xwe yê windayî ji Tirkiyê pirsî

Malbata Estel a li Xan Yûnis a başûrê Xezayê bi çalakiyekê banga eşkerekirina aqûbeta kurê xwe yê rojnamevan Ehmed Mehmûd Estel ê ku 10 sal in li Tirkiyê winda ye, ji desthilata Tirkiyê kir.

Malbata Estel a li herêma Xan Yûnis a başûrê Xezayê çalakiyeke protestoyî li dar xist û bang li desthilata Tirkiyê kir ku aqûbeta kurê wê yê rojnamevan ê li Tirkiyê windaye eşkere bike.

Malbata Estel ji ANHA'yê re got: "Rojnamevan Ehmed Estel di rewşên ne zelal de winda bû û hûrgiliyên windabûna wî hîna nehatin naskirin."

Her wiha destnîşan kir ku Estel Ehmed ji beriya çend salan ve çûye Tirkiyê û bi awayekî qanûnî li wir dimîne.

Malbatê di çalakiyê de destnîşan kir ku rojnamevan Ehmed Estel ji bo xizmeta filistîniyan kar dikir, qebûl nekir ku bibe amûrek di destê aliyan de û xwedî rêgez û helwest bû.

Malbatê got: "Ya ku qewimî armanc jê vemirandina dengê heqîqetê û doza Filistînê ye."

Malbatê bang li desthilata Tirkiyê kir ku aqûbeta kurê wê eşkere bike û ji aliyên fermî yên Filistînê xwest ku vê dozê bike erkên xwe yên pêşîn.

Cîgirê Sendîqeya Rojnamevanan a Filistînê jî destnîşan kir ku sendîqe bi aliyên têkildarî re di nava pêwendiyan de ye û sefaretxaneya Filistînê ya li Tirkiyê hatiye agahdarkirin. Her wiha got, hewldanên ji bo diyarkirina çarenûsa rojnamevan hene.


Mijarên Din