Malbatên çeteyan ji Idlibê diçin Efrînê

Komên çete yên li Idlibê di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de ku Tirkiyê pêk tîne malbatên xwe vedughêzin kantona Efrînê.

Rejîma Sûriyê ber bi Idlibê ve pêş de diçe, piştî bajarê stratejîk ê Xan Şêxûn û derdora wê kontrol kirin niha nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê li bajarê Morik dorpêç kiriye.

Çavkaniyekî xwecihî diyar kir ku komên çete yên Idlibê di çarçoveya siyaseta dagirkeriya Tirk a guhertina demografiyayê herêmê de malbatên xwe dişînin kantona Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wê ve hatiye dagirkirin.

Li gorî heman çavkaniyê di du rojên dawî de hezar û 800 kes ji malbatên çeteyan ber bi gundê Mersawa yê navçeya Şerayê ve hatin veguhestin û hejmarek din li gundê Meryemîn û Kefermezê yên heman navçeyê hatin veguhestin.

Dagirkeriya dewleta Tirk beriya niha jî bi deh hezaran malbatên ku gundewarên Şam, Humis û Derayê li Efrînê bi cih kirin.

ANHA


Mijarên Din