Malbatên çeteyên DAIŞ’ê tekbîr di naverasta kampa Holê de bilind kirin

Duh bi dehan jin û zarokên li kampa Holê derketin û li ala DAIŞ’ê ku bi stûna ronahiyê ya li kampê ve daliqandîbû nihêrîn û li hember alê tekbîr berz kirin.

Kampa Holê ya ku bi deh hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê dihewîne, cihekî herî xeternak ê cîhanê ye.

Ajansa me dîmenên ku bi dehan jinên ku bi laçikên reş xwe pêçayî û zarokan qêrînên tekbîrkirinê der barê ala DAIŞ’ê ya bi stûna roniyê ve daliqandî bû, bi dest xistin.

Ajansa me hinek dîmenên ku li kampa Holê hatine kişandin, bi dest xistin. Di dîmenan de xuya dibe ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê li naverasta kampê li hember ala DAIŞ’ê ya daliqandî kom bûne û tekbîran berz dikin.

Kampa li navçeya Holê ya kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xetereyeke cidî ye, ji ber ku bi hezaran malbatên çeteyan dihewîne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din