Malbatên girtiyan: Em bi berxwedana zarokên xwe serbilind in

Malbatên girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê li rex parlamenter Leyla Guven silav kirin û gotin: "Em bi berxwedana zarên xwe serbilind in, daxwazên wan daxwazên me ne. Em ê li rex wan heya rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bisekinin."

HENEN MIHEMED-TOLÎN HESEN / HELEB

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan di girtîgehên Tirkiyê de ji bo piştgiriya daxwazên hevseroka Kongreya Civaka Dmokratîk û parlamentera HDP`ê ya Colemêrgê Leyla Guven û endamê HDP`ê Nasir Yagiz dabû destpêkirin berdewam e.

Malbatên girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de û çalakgerên greva birçîbûnê, piştgiriya xwe bi berxwedana girtîgehan û Leyal Guven re bi riya ajansa me rave kirin.

Eytan Reşo xwişka girtiyê bi navê Mihemed Reşo yê ku beriya salek û nîv ji hêla dewleta Tirk ve hatiye girtin, got: "Wek malbatên girtiyan bi rêya çalakiyên xwe em piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven dikin. Em berxwedana wan silav dikin û em destekê didin wan da ku tecrîd were rakirin. Ji ber ku tecrîd ne tenê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatiye ferzkirin, li tevahiya gelê Kurd hatiye ferizkirin."

Şêniyê bi navê Mihemed Misto birayê girtiyekî bi navê Hisên Misto ye. Hisên Misto ji sala 1997`an ve di girtîgehên Tirkiyê de dîl hatiye girtin. Mihemed Misto berdewamkirina şopandina rêya Leyla Guven û tevahiya berxwedêran di girtîgehan de tekez kir û got: "Berxwedana Leyla Guven a ku bi sedan girtî tevlê bûne, berxwedanek dîrokî ye û ji me tê xwestin ku em wê berxwedanê biser bixin. Lewra heya serkeftinê em ê li rex wan bisekinin."

‘Daxwazên wan daxwazên me ne’

Yek ji xizmên girtiyê bi navê Ebdo Weqas Îlham Hiso ev tişt anî ziman:"Em vîna bi hêz a berxwedêran di girtîgehê de pîroz dikin. Em bi berxwedana wan serbilind in. Daxwazên wan daxwazên me ne û heya rakirina tecrîdkirina Ocalan em ê li rex wan bisekinin."

Birayê girtiyê Şikrî Ebdo yê ku di sala 1996`an de ji hêla dewleta Tirk ve dîl hatiye girtin Ehmed Ebdo got: "Ez berxwedana birayê xwe û hevalên wî ya greva birçîbûnê ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven silav dikim."

Şêniyê bi navê Azad Ebdo birayê girtiya bi navê Gulistana Ebdo ya ku beriya 20 salan hatiye girtin û 36 sal hikim lê hatiye birîn, diyar kir ku Gulistan tev li çalakiya greva birçîbûnê di girtîgehê de bûye û wiha dewam kir: "Dem hatiye ku em ji Erdogan û hikumeta wî ya faşîst re bêjin, êdî bes e. Lewra em ê çalakiyên xwe ji bo piştgiriya berxwedana girtiyan û Leyla Guven bidomînin, heya pêkanîna daxwazên wan a rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."

(şx)

ANHA


Mijarên Din