​​​​​​​Malbatên ji Etarib binpêkirinên çeteyên El-Nusra vedibêjin

Malbatên ji bejarê Etaribê yên berê dane taxa Şêxmeqsûdê îşaret kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra li dijî wan binpêkirinên hovantirîn pêk anîn û bal kişandin ku rewşa jiyana li wir krêtik e.

Navçeya Etarib li herêma çiyayê Semianê yê rojavyê Helebê ye. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker di 2012’an de piştî şerê li dijî hêzên hikumeta Sûriyê navçe serwer kir. Niha jî li derdora rojhilat-bakurê wê şerê dijwar di navbera her duyan de rû dide da ku nuqteya stratejîk bidest bixin.

Di vî warî de malbatên ku ji herêmên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ji ber kiryarên çeteyan berê xwe dan taxa Şêxmeqsûdê  qala wan binpêkirinan dikin.

Piştî çeteyên Cebhet El-Nusra serweriya Etarib kir, binpêkirinên li dijî şêniyên navçe û bajarokên girêdayî wê zêde bûn.

Di vê çarçoveyê de, N Ş a ji navçeya Etarib e ku nexwest navê xwe eşkere bike serpêhatiya xwe ya koçberiyê wiha parve dike: "Bi destpêka aloziya Sûriyê û êrişên li dijî bajarê Helebê yên sala 2012’an re koçberî Urdinê bûm. Ji ber rewşên jiyanê yên dijwar li wir bi cih nebûm û di 2015’an de vegeriyam taxa Şêxmeqsûdê û li wir bi cih bûm."

 ‘DI KOÇBERIYÊ DE JÎ BI CIH NEBÛ‘

N Ş, da zanîn ku piştî çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî taxa Şêxmeqsûdê kir, careke din neçarî koçberiyê dibe û berê xwe dide Etaribê. Piştî şer li wir jî dest pê dike vê carê koçberî Sehil El-Xab dibe ku xweşka wê li wir e. Xweşka wê jê re cih peyda dike û 3 salan li wir dimîne. N Ş diyar dike ku bombebarankirina artêşa hikumeta Sûriyê ya Sehil El-Xab re dîsa vedigere Etaribê da ku xwe komkujiyê biparêze.

REWŞA JIYANÎ DIJAWR E

N.Ş rewşa jiyanî ya li Etaribê bi krêtî diwesifîne û wiha axaftina xwe didomîne: "Mala herî biçûk kirêya wê 25 hezar e. Her wiha bihayên daneyên bingehîn jî pir bilind e. Her tûrek nan ku nîv kîlo tê bi 400 lîreyên Sûriyê ye. Li aliyekî din jî av pir kêm e, di hefteyê de 2 saetan rojên şemî û yekşemê av tê, kehrebe û derfeta kar jî tune ye."

DERGEHA MIROVÎ RÊBAZA KOMKIRINA PERE Û KOÇBERKIRINA MALBATA WÊ YE

Der barê vegera li Helebê piştî vekirina dergeha Ewn El-Dadat a rojhilatê Helebê di 11‘ê Kanûna 2019’an de N.Ş wiha berdewam kir: "Min hewl da tevî zarokên xwe vegerim Helebê, lê belê çeteyên Cebhet El-Nusra nehişt. Tenê yên ku dilê wan dixwazin dikarin derbas bibin. Lew re neçar mam ku 60 hezar lîreyên Sûriyê bidim çeteyan ku derbas bibim. 2 rojan li çolê min xew kir heta ku gihiştim Helebê. Lê min nikarî kurê xwe yê 18 salî bi xwe re bînim Helebê ji tirsa ku komên çete zirarê bigihînin wî. Ji ber ajokarê ku em gihandin Helebê parastina wî ji çeteyên li ser rê hilnegirt."

BAC HETA LI ENERJIYA ROKÊ JÎ TÊ FERZKIRIN

N.Ş diyar kir ku tevî rewşa jiyanî ya dijwar û derfeta kêm a kar, çeteyên Cebheta El-Nusra bacan li şêniyên naveya Etaribê ferz dike û wiha gotinên xwe domandin: "Çeteyên Cebhet El-Nusra bi rêya karkerên meclisa herêmî ya girêdayî wan bacên mezin li her tiştî ferz dikin, heta li xwediyên basteyên biçûk ên li sûkên gelêrî jî.

Di demên dawîn de çeteyên Cebhet El-Nusra biryarek da tê de bac li kesên ku  tabloyên erenrjiya rokê li cem wan hene ferz kir. Bi wê re jî dixwazin rojê li wan qedexe bikin. "

PIRANIYA ZAROK JI MAFÊN PERWERDEYÊ BÊ PAR IN

Ji xerîbtirîn tiştê ku şêniya bi navê N.Ş kiriye, zarokên xwe ji çûna dibistanê mehrûm kir û di vî warî de wiha anî ziman: "Min nexwest ku zarokên min meteryalên çeteyan fêr bibin. Bi vê sedemê jî piranî zarok ji mafên perwerdeyê ê bê par man. Ji ber tu kes bi wan ne bawer e. Her wiha dê li ser çi esasî bê perwerdekirin, ji ber tu girêdana wan bi exlaq û perwerdê re tune ye."

AZARÊN ŞÊNIYÊN ETARIBÊ

Şêniya bi navê N.Ş destnîşan kir ku bi awayekî giştî şêniyên Etaribê azarên krêt ên xizantiyê dikişînin, piranî şênî jî li nava çopê li xwarinê digerin.

N.Ş di dawiya axaftina xwe de got bi hêvî ye li tevahî xaka Sûriyê aştî û ewlehî pêk bê, tu ferq û cudatî di navbera Ereb, Kurd û Suran de tune ye ku tevahî ji vî welatî ne.

ŞAHIDEYEKE DIN YA YEKEMÎN PIŞTRAST DIKE

Tu cihêrengiya rewşên bajarokên girêdayî navçeya Etaribê ji navenda navçeyê tune ye. Di vî warî de şêniyê bi navê Salih Mihemed detayên jiyana li wir di dema koçberiya li bajarokê Ebzemo de piştî ku vegerî mala xwe ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê, vedibêje.

Salih Mihemed bavê 7 zarokan ji şêniyê taxa Şêxmeqsûdê ye, piştî koçberiya biêş vegerî mala xwe. Koçberiya wî bi êrîşên çeteyan li dijî Şêxmeqsûdê dest dike, dûvre diçe taxa Sukerî, piştre koçberî bajarokê Ebzemo yê girêdayî navçeya Etarib dibe.

Li ser rewşa bajarokê Ebzemo Salih wiha got: "Di her demekê de komên çete serweriya bajarok dikin, niha jî di bin serweriya çeteyên Cebhet El-Nusrayê de ye."

Salih wiha domand: "Komên çete nehişt tevî ferdên malbat xwe ji bajarok derkevim. Ji lew re neçar mam tenê 4 zarokan derxînim û 3’iyan jî li wir bihêlim. Hinceta derketina min derxitina defeta malbatê ya zarokan bû û wê jî hişt ku 25 hezr bac li ser her şexsekî/ê bidim."

Salih li dawiyê diyar kir ku rewşa li taxa Şêxmeqsûdê bi gelemperî bi hevrûkirina rewşa li Etarib û bajarokên wê re baş e, kehreb, av, xizmetguzarî li rex ewlehî û aramiyê heye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din