​​​​​​​Malbatên nû gihaştin kampa Waşokanî

Tevî zehmetiyên demsala zivistanê Ii hundirê kampan, rojan e hejmara koçberên kampa Waşokanî zêde dibe, îro 186 malbatên nû gihaştin kampê. Bi giştî hejmara malbatên li kampê dibe 718 malbat.

Êrişa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome, di encama vê êrişê de 300 hezaran kes ji herêmên xwe koçber bûn, ji ber êrişan û bombebarana ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wî yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra.

Di êrişa Tirkiyê li ser herêmê û li gorî rapora kar û barên rêxistinên mirovî de 487sivîl hatin kuştin û hezar û 70 kes birîndar bûn.

Ji bo hewandina wan koçberên ku ji ber komkujiyên Tirkiyê derketin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk zêdetirî 64 dibistan li bajarê Hesekê û navçeyên wê û kampa Waşokanî ya 12km li rojavayê navenda bajarê Hesekê vekir.

Di vê çarçoveyê de beşekî nû ji koçberan gihaştin kampê, bi beşa nû re hejmara malbatan niha li kampê ji 532 bû 718 malbatan, her wiha hejmara koçberan ji 2 hezar û 560 bû 3 hezar û 566 koçberan.

Navenda Heyva Sor a Kurd a li kampê pêşwaziya koçberan kir û alîkariyên pêwîst pêşkêş kir, her wiha rêveberiya kampê ew li kampê ferz kirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din