Malbatên şehîdan 18`ê Gulanê pîroz kir

Malbatên şehîdan ên ji Efrînê di roja şehîdan de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û binpêkirin û kiryarên dewleta Tirk ên li ser gorên şehîdan şermezar kirin.

Îro 18`ê Gulanê Roja Şehîdan e. Bi vê boneyê malbatên şehîdan ên ji Efrînê serdana gorên zarokên xwe yên li kantona Şehbayê kir. Malbatên şehîdan hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Malbatên şehîdan ji ANHA`yê re axivîn. Asya Ebdo dayika şehîd Semîr Şêx Îsa (Can Xort) 18`ê Gulanê li tevahî şehîdan pîroz kir û wiha got: "Di vê roja pîroz de em hemû şehîdên ku ji bo parastina xal û gelê welatê xwe canê xwe feda kir, bi bîr tînin. Ev roj ji bo me pîroz e û di heman demê de jî rojeke biêş e. Ji ber 18`ê Gulanê roja Şehîdan e û di vê rojê de kurê min şehîd bû."

Asya Ebdo wiha domand: "Ji bo azadî û mafên me yên rewa û ji bo parastina nasname, xak û rûmetê me bi hezeran şehîdan dan. Em bi hêvî ne xwîn û fedakariya şehîdên me vala neçe û em ê her tim li pey wan bin. Bi saya têkoşîna wan dengê me dê bigihîje tevahî cîhanê û em ê di demeke nêz de xaka xwe rizgar bikin."

Her wiha welatiyê bi navê Hisên Mûrad roja şehîdan li tevahî şehîd û malbatên wan pîroz kir û di heman demê de binpêkirin û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gorên şehîdan li tevahî Kurdistanê û bi taybet li Efrînê şermezar kir. Hisên Mûrad bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên li dijî gelan û pîrozbahiyên wan pêk anî, hesab jê bixwaze.

Xedîca Elo dayika şehîd Engîzek e roja şehîdan li şehîdan pîroz kir û destnîşan kir ku diêşin ji ber ne nêzî gorên zarokên xwe yên şehîd in ku xaka Efrînê bi xwîna xwe av dan.

Xedîca bang li tevahî dayikên li cîhanê kir ku destekê bidin dayikên şehîdan da ku dengê xwe bigihînin cîhanê û banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk a dagirker ji ber binpêkirinên ku li dijî gorên şehîdan pêk anîne, bikin, dagirkirina Efrînê bi dawî bikin û şênî li warê xwe ku bi xwîna zarokên xwe yên şehîd av dan, vegerin.

bx

ANHA


Mijarên Din