​​​​​​​Malbatên şehîdan berxwedana gerîla silav kir

Endamên rêveber ên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker tevî ku çekên pêşketî û kîmyewî bi kar tîne, roj bi roj li hember berxwedana gerîla ya çiyayên Kurdistanê bi bin dikeve. Her wiha banga piştgiriya berxwedana gerîla kir.

Di dema ku artêşa Tirk a dagirker çekên pêşketî, kîmyewî, qedexekirî û balafirên şer bi kar tîne, gerîla li Zap, Metîna û Avaşîn bi derfetên biçûk berxwedaneke bêhempa û dîrokî li hember artêşa duyemîn di NATO’yê de dide meşandin.

Der barê vê yekê, endamên rêveber ên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê destnîşan kirin ku berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistamê berxwedaneke dîrokî ye û dê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de were nivîsandin, her wiha diyar kir ku divê piştgiriya berxwedana dîrokî ya gerîla were kirin.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê, Fewzî Mistefa anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker a ji dehan salan ve qirkirina gelê Kurd e, piştî ku di pêkanîna armanca xwe  bi bin ket, berê xwe da hedefgirtina Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê.

Mistefa wiha domand: ''Dewleta Tirk a dagirker di hebûna kurdan de tunebûna xwe dibîne, ji ber wê hewl dide bi çi awayî wan qir bike. Em îro dibînin çawa li Zap, Metîna û Avaşîn êrişan pêk tîne lê ew bi saya berxwedana gerîla bi bin dikeve.”

Mistefa destnîşan kir ku malbatên şehîdan û şêniyên kantona Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe piştgiriyê didin berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Ednan Şêx Mihemed jî da zanîn ku  dewleta Tirk a dagirker her demekê gefa êrişên dagirkirinê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, da ku binketina xwe ya li çiyayên Kurdistanê li hember berxwedanê gerîla veşêre.

Şêx Mihemed wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker hemû rêbazan bi kar tîna da ku gelê Kurd qir bike û xeyalê Osmanî bi cih bîne, li çiyayên Kurdistanê çekên qedexekirî bi kar tîne, lê bi saya berxwedana bêhempa ya gerîla nikare gavekê pêş de biçe."

Şêx Mihemed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin berxwedana gerîla.

Her wiha, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê, Xedîce Îbo, bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî çiyayên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: “Divê civata navneteweyî û rêxistinên mirovî berpirsyariyên xwe yên li hemberî kurdan bi cih bînin û ji ber sûcên dewleat Tirk wê ceza bikin."

HPG'ê di 15'ê Tîrmehê de, encamên berxwedana 3 mehan a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker eşkere kir. Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, gerîlayan hezar û 129 çalakî li dijî leşkerên dagirker pêk anîn. Di encamê de hezar û 528 dagirker hatin cezakirin û gelek maşîneyên leşkerî di nav de 3 helîkopter û tankek hatin rûxandin.

(mh)

ANHA


Mijarên Din