Malbatên şehîdan û birîndarên şer banga parastina gelên Bakur û Rojhlatê Sûriyê kirin

Malbatên şehîdan û birîndarên şer ên Helebê êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navdewletî  ya li hemberî van êrişan şermezar kirin û banga parastina gel ji êrişên Tirkiyê kirin.

Malbatên şehîdan û birîndarên şer ên Helebê bi dirûşma "Bi yekitiya mirovahiyê û Berxwedana Serdemê re em ê Berxwedana Rûmetê bilind bilind bikin û dagirkeriya Tirk a faşîst li xaka xwe bi dawî bikin" çalakiyeke protestoyî li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê li dar xistin.

Di çalakiya bi dehan malbatên şehîdan û birîndarên şer amade bûn de daxuyaniyek bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê Bager Cindirês û Remziya Îbrahîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji 9 salan ve em têkoşîna parastina mûzayîka biratî ya civaka Sûriyê dikin. Zarokên me li hemberî êrişên hovane yên rêxistinên terorîst mîna DAIŞ‘ê, Cebhet El-Nusra û çeteyên desteka xwe ji Tirkiyê digirin ên ku hevgirtina di navbera Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen de dikin hedef fedekariyên mezin dan û perçe ji bedena xwe dan. Bi vê yekê teqez kirin ku em gelên herêmê me ne tenê herêmên xwe lê belê tevahî cîhan bi zarokên xwe ji rêxistina herî xeternak a DAIŞ‘ê parast. Di vê çarçovê de me 11 hezar şehîd û 24 hezar birîndar dan. Berxwedana me ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bo parastina jiyana azad a hevbeş berdewam dike.

Erdogan li pêşberî çavê cîhanê çekên herî pêşketî û yên qedexekirî li dijî gelê me, zarokên me û berxwedêrên rûmetê bi kar anîn, bi sed hezar şênî ji malên wan da koçberkirin, bi sedan gund û bajêr wêran kirin û niha hewl dide demografya herêmê biguhere.

Li ser vê yekê em êrişên di nava bêdengiya Koalîsyona Navdewletî, di serî de Amerîka û Rûsya de tê kirin û bêdengiya cîhanê û rêxistinên banga mafên mirovan dikin şermezar dikin.

Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji van êrişan biparêzin, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Efrînê heta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin û ji tevahî xaka Sûriyê derxînin û gel vegerînin malên wan."

ANHA


Mijarên Din