Malbatên şehîdan: Destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema keda şehîdan in

Malbatên şehîdan di Roja Şehîdan de soza berdewamkirina rêya şehîdan heta bidestxistina jiyana azad û birûmet da û piştrast kir ku destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, parçeyek ji keda şehîdan û têkoşîna wan in.

Bi boneya 18`ê Gulanê Roja Şehîdan meclisên malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê daxuyanî dan û soza şopandina rêya şehîdan da.

Bi dehan malbatên şehîdan, endamênê meclisên sivîl, endamên partiyên siyasî yên navçe û bajarên Qamişlo, Dêrik, Til Temir û Til Hemîsê kom bûn û wêneyên şehîdên ku ji bo azadiyê û parastina herêmê canê xwe feda kiriye, her wiha ala meclisê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Daxuyanî bi erebî û kurdî hatin xwendin. Di daxuyaniyan de hate piştrastkirin ku destkeftiyên bi hatine bidestixstin û têne bidestxistin hemû bi saya têkoşîna şehîdan in..

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku dîroka gelê Kurd bi berxwedan, efsane û lehengiyê tijî ye û hîn jî berxwedan û şehadeta wan bû dagerînek ji destpêk û berxwedaneke nû re ku bi xwe re rêya nû ya diyarkirina rêya neteweyî guherand.

Meclisên malbatên şehîdan di daxuyaniyan xwe de destnîşan kir ku şehadeta Hakî Karer û hevrêyên wî destpêka rêya nû ya berxwedan û lehengiyê bû û heta niha gel û pêkhateyên herêmê destekê didin wê.

Meclisan soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da û bang li hêzên ku hewl didin zilmê rakin û wekheviyê li herêmê pêk bînin ku li derdora rêya berxwedanê kom bibin û rêya ku ji aliyê Hakî Karer û hevrêyên wî yên şehîd hatiye diyarkirin, hilbijêrin.

Di dawiyê de hat piştrastkirin ku destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyek ji destkefiyan e ku bi saya têkoşîna Hakî Karer û hevrêyên wî pêk hat ku ji bo berxwedan, felsefe û armancên xwe canê xwe feda kir.

(bx)

ANHA


Mijarên Din