Malbatên şehîdan: Divê çete li ser xaka ku têk çûn bên darizandin

Malbatên şehîdan ên herêma Serêkaniyê darizandina çeteyên DAIŞ`ê dervayî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û wiha gotin: “Ji ber li cem şêniyên herêmê belgehên komkujiyên wan û binpêkirinên çeteyan li ser gel dane meşandin hene. Darizandina wan li Iraqê ji bo bêyî ku  bên darizandin tesfiye kirine.”

Hin dewletên ewropî pêşinyar kirin ku dadgeheke navnetewî li Iraqê ava bikin, da ku çeteyên DAIŞ`ê yên di destê Rêveberiya Xweser de werin darizandin.

Wezîra edaletê ya Firansa Nicole Beloupe ragihand ku wê bi gelek dewletên ewropa re nîqaş kiriye, da ku dadgeheke navnetewî li Iraqê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî ava bikin. Ev yek li ser asta ewropa bi gelek wezîrên hundirîn û edaletê, taybet Almaniya, Ispanya û Êtaliya hatiye pêşinyarkirin.

Derbarê mijarê de, ajansa me hevdîtin bi gelek malbatên şehîdan re çêkir. Malbatan avakirina dadgehê li dervayî xakên Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin. Malbatan diyar ku divê çete li cihê ku sûc kirine werin darizandin.

Ebdilrezaq Mihemed bavê şehîd Tîmav Serêkaniyê got: “Em vê pêşniyarên ku ji aliyê dewletên ewropa derket red dikin. Em wek malbatên şehîdan ên herêmê, darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê girtî li Iraqê red dikin, em dixwazin li xakên me bêne darizandin."

Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: "Zarokên me şerekî mezin li dijî  wan kirin. Canê xwe feda kirin, parastina xaka xwe kirin û destekftiyên şoreşê parastin. Pêşinyara dewletên ewropî da ku dadgehan li dervayî xaka Sûriyê û Bakurê Sûriyê vebikin, dide diyar kirin ku tu wateyê nadin lehengiya şêniyên Bakurê Sûriyê û hêzên wê yên leşkeri. Em wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê vê pêşinyarê red dikin. Herêmên me ewle ne û ji Iraqê bi ewletirin. Çeteyên DAIŞ`ê zarok û hevjînên me kuştin û herêm rûxandin. Mafê me heye ku dadgehên navnetewî li ser xaka me ava bibin."

Bavê şehîd Zîrbent, Ismayîl Ferhan da xuya kirin ku divê çeteyên DAIŞ`ê li xaka Sûriyê bêne darizandin û taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ferhan got: “Ji ber şêniyên herêmê me çete têk birin û belge hene ku çeteyên komkujî li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî şermezar bikin.”

Her wiha dayîka 2 şehîdan Çawîş Kobanê û Çekdar Zagros, Sebah Elî Memû ji pêkhateya Tirkmen li herêma Serêkaniyê ye got: “Yên parastina xaka herêmê kirin zarokên me bûn, divê ew çete li ser vê xakê bên darizandin."

Her wiha Ezrê Ebdilrezaq dayîka şehîd Imar El-Elî ji pêkhateya Ereb e, destnîşan kirin ku çeteyên DAIŞ`ê hemû cureyên binpêkirinan li ser şêniyên herêmê pêk anî û wiha axivî: “Ev pêşinyar nayê qebûl kirin û divê dewletên cîhanê çeteyan li herêmên me darizînin.”

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din