Malbatên Şehîdan: Divê em ji polîtîkayên reşkirinê baldar bin

Malbatên şehîdan gotin:  “QSD’ê hemû pêkhateyên herêmê û yekîtiya axa Sûriyê parastin. QSD garantorê yekane yê ewlehiyê ye. Divê şêniyên herêmê ji propogandayên reş û şerê taybet ê istixbarata Sûriyê û dewleta Tirkiyê baldar bin. Ji ber armanca wan derbekirina yekîtiya pêkhateyên  herêmê ye.”

Hikumeta Sûriyê hewl dide fitne û tevlîheviyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe. Vê yekê bi şaneyên xwe yên ajan ku rûspî û şêxên herêmê dikin hedeft dikin, pêk tîne. Her wiha desthilatên Sûriyê bi rêya daxuyaniya Partiya Baasê niyeta xwe eşkere kir. Di daxwuyaniyê de bang li eşîrên Ereb kir ku li dijî QSD’ê derkevin.

Malbatên şehîdan ên ji pêkhateya Ereb a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniya hikumeta Sûriyê şermezar kirin û gotin, QSD ax û rûmeta wan diparêze.

Meha Hebîb dayika şehîd Hemodê Tirbespiyê (di 2015’an, di şerê li hember êrişên çeteyên DAIŞ’ê de li derdora navçeya Tirbespiyê şehîd bûbû) wiha got: "Me di oxira parastina welat û gel de zarokên xwe dan, QSD nûnertiya me ya rewa ye. Wê em ji terorê parast û parastina yekitiya xaka Sûriyê kir."

Li aliyekî din jî Feysel Xelîfe  xalê şehîd Elî Xelîfe ku di 2019’an de di şerê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûbû, got: “Hemû ferdên malbata me tevlî QSD’ê bûne. QSD şerê terorê û dewleta Tirk a dagirker dike. QSD hêza tekaneye ku parastina xaka Sûriyê dike.”

‘EM LI DIJÎ TEROR Û DAGIRKERIYÊ YEKBÛN Û EM Ê LI DIJÎ FITNEYAN JÎ YEK BIN’

Feysel Xelîfe wiha domand: "Ka ew kesên niha fîneyan çêdikin, di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ku derê bûn? Em bang li ciwanên Ereb dikin ku li dijî kesên di nava civakê de fîtneya belav dikin, bisekinin. Divê li hember propaganda û şerê taybet ku isxtîbarata Sûriyê û dewleta Tirkiyê dide meşandin, baldar bin.”

Seîd Hebîb birayê şehîd Mihemed Hebîb ku di 2018’an de şehîd bûbû wiha got: "Birayê min Mihemed Hebîb şervanê QSD’ê bû û di dema erka xwe ya parastinê de şehîd bû. Em ji tu alî qebûl nakin ku êrişî vê hêzê bike, fîtneyê bixwe nava pêkhateyan. Em gelê herêmê li dijî teror û dagirkeriyê yek bûn û em ê li hember fitneyan jî yek bin.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din