Malbatên şehîdan: Divê her kurdekî azad piştgiriya berxwedana Heftanînê bike

Malbatên şehîdan ên li bajarê Kobanê diyar kirin ku divê her kurdekî azad li her çar parçeyên Kurdistanê piştigiriyê bide berxwedana gerîlayên HPG’ê li Heftanînê.

Artêşa Tirk bi armanca dagirkirina herêma Heftanînê ya li Başûrê Kurdistanê û têkbirina hebûna gelê Kurd, ji 17`ê Hezîrana borî de êrişî herêmê dike.

Der barê vê mijarê de Endamê Rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Silêman Silêman got dewleta Tirk li herêma Heftanînê sivîlan qetil dike û hovîtiya xwe li paş perdeya şerê li hemberî gerîlayan vedişêre, êdî ev siyaset nayê veşartin, ji ber beriya sedê salan ve Kurd li ku dibe bila bibe wan qetil dike.

Silêman Silêman ev yek li gotina xwe zêde kir: "Em Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê piştevanê Hêzên Parastina Gel ên li Heftanînê ne, ji ber her şehîdek li Heftanînê cudabûna wî û şehîdekî/ê ku li bajarên Rojava şehîd bibe tune ye, ji ber xaka Rojava bi saya şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê hatiye parastin."

Silêman bang li gelê Kurd, rêveberên Kurd û her kurdekî azad ku li her çar parçeyên Kurdistanê dijî, kir ku li Heftanînê piştgiriya HPG`ê bikin. Ji ber serkeftina li Heftanînê tê wateya azadiya gelê Kurd.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Ronahî Heco jî axivî û bi lêv kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya şerê li Heftanînê tolê ji kurdan hilîne, lê berî niha bi seya berxwedana bêhempa ku şervanên Hêzên Parastina Gel(HPG) dan meşandin hemû komplo têkçûn û niha jî dê têk biçin. Ji lew re ew bang li gelê Kurd dikin ku li Heftanînê parastina hebûna xwe bikin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Welat Şêxo, şerê dewleta Tirk li dijî Heftenînê ragihandiye şermezar kir û ev yek got: "Ji qehremanên li Heftanînê re silav. Em ê  heta dawiyê piştgiriya berxwedêrên li Heftanînê bikin."

Welat Şêxo wiha axaftina xwe dewam kir: "Heke ne ji şehîdên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê bûna dê Kobanê nebûya sembola berxwedanê. Ji ber vê em bang li kurdan dikin  ku yekitiya xwe wekî ku li Kobanê ava kir, niha jî ava bikin, piştgiriya berxwedana li Heftanînê bikin û careke din ji cîhanê re isbat bikin ku Kurd bindestiyê qebûl nakin."

eh

ANHA


Mijarên Din