Malbatên şehîdan: Em ê destkeftiyên di aliyê zimanê xwe de heta dawiyê biparêzin

Meclisa Malbatên Şehîdan têkildarî daxwaza ENKS`ê ya rakirina metiryalên bi zimanê kurdî helwesta xwe diyar kir û got: " ziman nasname û hebûna mirov a resen diparêze. Em weke malbatên şehîdan, destkeftiyên di vî milî de pêk hatine,  em ê heta dawiyê biparêzin."

HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan li Hesekê têkildarî mijarê daxuyaniyeke da. Daxuyanî bi amadebûne bi dehan endamên meclisê li pêşiy avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê endama meclisê Eya Keleş hate xwendin.

DIRBÊSIYÊ

Her wiha di heman çarçoveyê de li Dirbêsiyê jî Meclisa Malbatên Şehîdan heman daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Nisrîn Memî ve li pêşiya meclisê hate xwendin.

TIL TEMIR

Li Til Temir jî malbatên şehîdan û xebatkarên perwerdeyê heman daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Eyhan Yûnis ve hate xwendin.

DÊRIK

Her wiha li Dêrikê jî heman daxuyanî ji aliyê Meclisa Malhatên Şehîdan ve hate dayîn. Daxuyanî li pêşiya meclisê bi amadebûna dayîkên şehîdan û endamên meclisê hate xwendin.

Meclisê bibîr xist ku di dema dawiyê de diyalog û danûstansin di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de pêk tên ji bo yekrêzîya kurdan û bi hev re parastina destkeftiyên şoreşa 19 Tîrmehê, ew wek malbatên şehîdan van gavên wisa pîroz dibînin û piştgiriya wan dikin.

Her wiha meclisê anî ziman ku ziman nasname û hebûna mirov a resen diparêze, her wiha ziman watedayîna jiyana bi rûmet e, ew weke malbatên şehîdan, destkeftiyên di vî milî de pêk hatine, ew ê heta dawiyê biparêzin. 

Navroka daxuyaniya Meclisa Malhatên Şehîdan  wiha ye:

"Di seranserî şoreşa Rojava de, gelê me ji bo bidestxistina mafên xwe  bedelên giranbuha dan. Di hemû aliyan de destkeftiyên mezin û dîrokî bidest xistin, ta asta ku carnan tiştên li erdê  pêk dihatin ji xewn û xeyalên me mezintir bûn. Bêguman ev jî bi saya xwîna şehîdan û qehremaniya keç û xortên me bû. Yek ji wan tiştên qezenckirî û bidestketî di aliyê ziman û perwerdehiya bi zimanê dayikê de bû, ku ew bi serê xwe mîna şoreşekê bû di nava şoreşa giştî de. Bi derfet û imkanên biçûk dest pê bû, ta ku gihaşt asta îroyîn û perwerdeya bi zimanê dayikê li seranserî Rojavayê welêt belav bû. Zarok û ciwanên me bi zimanê xwe perwerdeya xwe dibînin , di vê der bare de jî  peymangeh û zanîngeh jî hatin vekirin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû kêm û kurtiyên heyî di vî warî de, wê bi domana demê re çareser û temam bibin.

Di dema dawiyê de diyalog û danûstansin di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de pêk tên ji bo yekrêzîya kurdan û bi hev re parastina destkeftiyên şoreşa 19 Tîrmehê. Em jî weke malbatên şehîdan van gavên wisa pîroz dibînin û piştgiriya wan dikin.

Lê weke di rojên dawiyê de diyar bû ku hin aliyên siyasî yên girêdayî ajendeyên derveyî û bi taybetî  yên ku di bin bandora Erdogan de ne,  dixwazin siyaseta wî li ser me pêk bînin û şert û mercên ku dijminê gelê Kurd dixwaze  ferz dikin. Yek  ji wan şertan jî girêdayî ziman û perwerdehiya bi zimanê dayikê ye, ku dixwazin  ji holê rakin û zarokên me ser rêbaz û perwerdeya dijminan bidin perwerdekirin.

Ji ber ku ziman nasname û hebûna mirov a resen diparêze, her wiha ziman watedayîna jiyana bi rûmet e, em weke malbatên şehîdan, destkeftiyên di vî milî de pêk hatine,  em ê heta dawiyê biparêzin.  Em ê rê nedin tu kesî ku siyasetên bi sed salan ser ziman û çanada me hatine meşandin dîsa dubare bikin. Her wiha em di vî aliyî de xwedî helwesteke rastîn û zelal in û em ê di rûyê wan kesên ku li razîbûna dewleta Tirk digerin û berjewendiyên xwe yên teng dibarêzin, bi hemû hêza bisekinin.  Pêwîst e baş bizanibin ku dema van şert û mercan datînin , ew di asta yekmîn de li dijî nirx û keda şehîdan derdikevin, lewma em weke malbatên şehîdan û şopdarên xeta wan, em vê yekê  tu carî napejirînin. Bi tundî red dikin û bi tu awayî  em ê nehêlin ku zimanê me têkeve bazarên wan yên siyasî de. Em ji wan aliyan re dibêjin perwerdeya bi zamnê dayîkê xeta sor e."


Mijarên Din