Malbatên şehîdan: Em di berxwedanê de bi israr in

Malbatên şehîdan ên kantona Şehbayê soza israra berxwedanê û têkoşîna li heramber dagirkeriyê dûbare kirin û gotin: “Qonaxa ku niha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têde ye, bi saya keda zarokên me yên şehîd pêk hat.”

Rojane bertekên redkirina dagirkiriya Tirkiyê zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de ajansa me nêrînên malbatên şehîdan ên li kantona Şehbayê girtin.

Xelîl Ehmed endamê Meclisa Malbatên Şehîdan tekez kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi keda bi hezaran şehîdên ji tevahî pêkhateyên herêmê hatiye vê astê û wiha got: “Hemû pêkhateyên herêmê li dijî siyasetên derve yên destdirêjî pêk anî û hê jî li yekîtiya biratiya gelan pêk tînin, bûn yek."

Ehmed domand: "Dewleta dagirker a Tirk hewl dide vîn û yekîtiya gelan bi rêya siyasetên xwe yên dijminatiyê bişikîne."

‛Berxwedana me bi dawî nebûye’

Ednan Şêx Mihemed birayê şehîd Hawar, got: “Em li herêma Şehbayê di pêvajoyên dijwar re derbas dibin. Ev jî ne ku tê wateya berxwedana me bi dawî bûye. Berovajî wê berxwedana me mezintir dibe. Em malbatên şehîdan, me soza da şehîdên xwe ku Efrînê rizgar bikin."

Sibhan Husên hevjîna şehîd Abdurehman jî got: “Berxwedana me ya ji bo Efrînê didome. Me di Efrînê de bi hezaran şehîd dan. Me biryara parastina herêmên xwe li dijî destwerdanên derve û bilindkirina berxwedanê li dijî dewleta dagirker a Tirk girtiye.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din