Malbatên Şehîdan: Em ê li hemberî şerê taybet ê dewleta Tirk li ber xwe bidin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê gotin: "Em bi hezaran malbatên şehîdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kurd, ereb û suryanê xwe ve li rex me tevahiya azadîxwaz û têkoşeran dê hewl bidin li hemberî vî şerê taybet ê ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêmê dimeşînin, li ber xwe bidin."

Têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bênavber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên li dijî goristanên şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê daxuyaniyek da  û tê de eşkere kir ku dewleta Tirk a faşîst rêbazên herî krêt li hember daxwazên gelên azadîxwaz bi kar tîne.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Ehmed Ebawî Xeyes li pêş navenda meclisê daxuyanî xwand.

 Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

Rêbazên kirêt ên pergala faşîst ên li hemberî hêviyên gelê me yên ji bo avakirina welatekê ku hemû bi hev re bi nasname û rûmeta xwe dijîn, mîna wê di dîroka de nehatiye jiyîn. Ev pergal hurmeta goristanên şehîdan bin pê kir, bi zanabûna gorên wan wêran kirin û ew veguherandin nuqteyên leşkerî. Ev sûcên wê, sûcên rêxistina DAIŞ`ê li dijî herêmên me yên di navbera salên 2014 û 2015`an de pêk anîne tîne bîra mirov. Ev yek îsbat dike ku tu cudahî di navbera zihniyeta DAIŞ û dewleta Tirk de tune ye.

Em bi hezaran malbatên şehîdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kurd, ereb û suryanê xwe ve li rex me tevahiya azadîxwaz û têkoşeran dê hewl bidin li hemberî vî şerê taybet ê ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêmê dimeşînin, li ber xwe bidin. Em ê siyasetên wan ên kirêt eşkere bikin. Em ji her demê bêtir bi israr in ku cihê xwe di nava gelên azad de bigirin. Em ê li qadan û kolanan bin, dê alên me her tim bilind bihejin. Heta ku Serêkaniyê rizgar dibe, guhertina demografîk radiweste, gelê me vedigere warên xwe û civakek azad bê teror ku mirov tê de bi vîna û rûmeta xwe dijî ava dibe, em ê piştgiriya eniyên şer bikin."

ANHA


Mijarên Din