Malbatên Şehîdan: Em nahêlin Tirkiye herêmên me dagir bike

Malbatên Şehîdan ên navçeya Dirbêsiyê tekez kirin ku ew nahêlin dewleta Tirk a dagirker herêmên wan dagir bikin û wiha got: “Ev xak bi xwîna ciwanên wan hatiye avdan û em nahêlin Tirkiye dagir bike û komkujiyan pêk bîne."

Dagirkeriya Tirk a dagirker di van demên dawî de gefên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Di vê demê de tevgera leşkeran li ser sînorê herêmên Cizîrê û Firatê zêde kiriye.

Di vê çarçoveyê de ajansa me  bi hin malbatên şehîdan ên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Bakurê Sûriyê re hevpeyvîn çêkir.

Şêniya bi navê Merdiye Xelîl a hevjîna şehîd Remdan gefên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: "Me gelek ciwan ji bo rizgarkirina ji DAIŞ’ê li herêmê dan. Îro jî careke din ji bo parastina xaka xwe ji her gefekê, bi taybet ên Tirkiyê, amade ne."

Merdiye got: “Gelên herêmê amadene li hember her gefeke ku ewlehî û aramiya herêmên wan dixe xeteriyê û projeya demokratîk dike hedef, li ber xwe bidin.”

Şêniyê bi navê Îsa Mêrzo bavê şehîd Pehlewan got: "Em nahêlin dewleta dagirker a Tirk herêmên me dagir bike. Em ê bibin mertalên zindî û li rex hêzên xwe yên leşkerî şer bikin. Em bawer in dê bi ser bikevin. Ji ber çawa li hember çeteyên DAIŞ’ê û piştevanê wan ku dewleta dagirker a Tirk li ber xwe dan, dê li hember wê jî têbikoşin."

Li rexê jî Edle Misto xwişka şehîd Hemîd diyar kir ku tevahî gelên herêmê li dijî gefên Tirkiyê yên bi hewldanên tevliheviyên ewlehî û aramiya herêmê ne li ber xwe didin û wiha axivî: "Dê tevahî pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin yekdest û bi hev re şer bikin.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din