Malbatên şehîdan: Fedekariyên şehîdan hêza vîna me nîşan dan

Malbatên şehîdan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye gotin: “Bi saya fedekariyên ciwanên me, hêza vîn û berxwedana gelên herêmê li hember zulm û sîtemkariyê diyar bû. Em soz didin ku rêya şehîdan bişopînin, heta ku jiyanek azad û bi rûmet bidest bixin.”

18`ê Gulanê Roja Şehîdan e. Ev roj di nav xwe de wateyên şoreşgerî û pîroz hildigire. Ev roj li tevahiya Kurdistanê tê bibîranîn. Di vê rojê de fermendar Heqî Karar ku ji bo têkoşîna azadiyê bûye sembol, şehîd bû.

Bi vê boneyê malbatên şehîdan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê ji  ANHA`yê re axivîn û tevahiya şehîdên azadiyê bibîr anîn. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan dan.

Mihemed Elî bavê şehîd Rojhat got: "Em bejna xwe li ber şehîdên azadiyê ditewînin. Piştî ragihandina Partiya Karkerên Kurdistanê di sala 1978`an de gelek şervan şehîd ketin û di derbeya leşkerî ya li Tirkiyê ku di 1980’an de pêk hat, gelek ciwan hatin girtin. Fedekariyên wan şehîdan, bersiva komploya li dijî têkoşer Heqê Kara di sala 1977`an de bû. Wê demê şoreşa me veguherî zivirînek dîrokî girîng."

Elî wiha domand: "Di vê mehê de gelek fermandarên Partiya Karkerên Kurdistanê şehîd bûn. Mîna mîna Heqî Kara û Mahir. Em niha têkoşîna wan berdewam dikin. Me li ser şopa wan bi hezaran şêhîd dan.”

Zelîxe Qenber xwişka şehîd Cudî tevahiya şehîdên meha Gulanê û şehîdên azadiyê bi bîr anî û û got: "Şehîdan xwe ji bo parastina axê kirin pir. Da ku gel ji zulm û zordestiyê xilas bibe. Ev meh li cem hemû gelê Kurd pîroz e. Di vê mehê de gelek  fermadar ji bo parastina ax, maf û doza me şehîd bûne. Em fedekariyên wan ji bîr nakin."

Bavê du şehîdan Pêrwîn Egîd û Egîd Jiyan, Umer Çîçek jî got: “Roj hemû bûne rojên şehîdan. Bi saya fedekariyên wan, hêza vîna me û Şoreşa Rojava diyar bû.”

 Kurê şehîd Cafer Reş Qehreman Cafer got: "Em tevahiya şehîdên azadiyê yên ku ji bo jiyana azad û rûmet jiyana xwe feda kirin bibîr tînin. Em soza şopandina rêya wan didin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din