Malbatên Şehîdan: Hin dezgehên çapemeniyê yên Başûr fitneyê derdixin

Meclisên malbatên şehîdan ên Qamişlo û navçeya Tirbespiyê rola neyînî ya ku hindek dezgehên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê û taybet kanala K24 pê radibin û nemaze hedefgirtina têkoşerên Kurd ku ji bo doza Kurd û Kurdistanê jiyana xwe feda kirine, şermezar kir.

Gelek kanal û dezgehên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê û nemaze kanala K24 a nêzî PDK`ê û kanala Rûdaw roleke neyînî ji bo rewakirina dagirkirina Tirkiyê ji Kurdistanê re dilîzin û nûçeyên berovajîkirina daxuyaniyên fermandar û têkoşerên gelê Kurd belav dikin ku herî dawî hevseroka KCK`ê Besê Hozat kirin hedefa xwe.

Rola neyînî ya dezgehên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê rastî şermezarkirina gelê Kurd li Rojava hat. Îro jî malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê bi 2 daxuyaniyên cuda ev yek şermezar kir.

Her du meclisên malbatên şehîdan bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember komployên li dijî doza Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bisekinin, komployên hevkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê û dewleta Tirkiyê red bikin û ragihandin ku qaşo bi zimanê kurdî weşanê dikin lê belê fitneyan derdixin.

Her wiha daxuyandin ku zimanê ragihandê di van deman de ji bo xizmeta dagirkeriya Tirkiyê ye û xizmeta doza Kurd nake.

Her du meclisan hedefgirtina hevseroka KCK’ê Besê Hozat ji aliyê kanalên Başûrê Kurdistanê ve ku bi rêya têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê wate da jiyanê, her wiha li dijî zilmê dersên têkoşîn û berxwedanê dan, şermezar kir.

(jo)

ANHA


Mijarên Din