​​​​​​​Malbatên şehîdan: Hêviyên şehîdên me bi cih bînin

Malbatên şehîdan gotin: "Zarokên me di oxira azadiyê û yekîtiya gel de xwe canê xwe feda kirin. Divê partiyên siyasî yên Kurd, berjewendiyên xwe yên kesayetî û partiyetî yên teng bidin aliyekê û yekîtiyê çêbikin. Ji ber ku yekîtiya netewî daxwaz û xewna zarokên me yên şehîd in."

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê we 9 salain ji bo azadî û parastina destkeftiyên ku bi dest xistine canê xwe feda dikin. Zêdetirî 11 hezar ciwan şehîd bûn, zêdetirî 22 hezar birîndar û 5 hezar ciwan jî gazî man. Ji destpêka şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an ve gelê Kurd li benda yekîtiya netewî ye.

Şehîda YPJ`ê Dîcle Kêfo (Ahîn Seydo) di 7`ê Tîrmeha 2015`an de li Kobanê di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûye. Bavê wê Kêfo Osman anî ziman însiyatîfên pêkanîna yekîtiya netewî gelek girîng in.

Piştî êrişên Tirkiyê yên ji 9`ê Cotmeha 2019`an  ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamin, gelek însiyatîfên yekîtiya Kurd hatin pêşkêşkirin. Jê însiyatîfa fermendariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û însiyatîfa rewşenbîr û hunermendên Kurd yên li derve.

Osman diyar kir ku di vê pêvajoya hesas de nêzîkbûna aliyên Kurd gelekî giring e û wiha got: “Zarokên me ji bo tevahiya gelên li ser vê axa pîroz dijîn, ji bo mirovahiyê û yekîtiya Kurd canê xwe feda kirin."

Osman, însiyatîfên yekîtiya Kurd bi taybet însiyatîfa fermendarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî silav kir û got: "Em malbatên şehîdan piştgiriya vê însiyatîfê dikin. Ew cihê rêzê û teqdîrê ye. Ji ber ku dijminên me bi dijwarî êrişî me dikin û qebûl nake heta konek bi navê Kurdan li cihek li cîhanê were vedan."

‘YEKITIYA NETEWÎ XEWNA WAN BÛ‘

Kêfo di berdewama gotinên xwe de wiha axivî: “Yekîtiya aliyên Kurdan pêwîstiyek e. Divê gelê Kurd baş bizane ku heger yekîtî pêk nehat, tu destkeftî li her çar parçeyên Kurdistanê nayê bidestxistin."

Kêfo di dawiyê de got: “Zarokên me ji bo parastina ax û rûmeta gelan, li dijî çeteyên DAIŞ`ê yên ku cîhan tirsandin, çek rakirin û ew têk birin. Pêkhatina yekîtiyê xewna wan bû."

Malbata Miheydîn Hesen di pêvajoya şoreşê de 7 şehîd dane. Birayê Mihyedîn, şervanê YPG‘ê  Idrîs Mihemed di 15`ê Cotmeha 2015`an de, li bajarokê Til Elo di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûye. Keça wî şervana YPJ`ê di 2016`an de li Şengalê di berxwedana li dijî êrîşên DAIŞ`ê de şehîd bûye.

Hesen diyar kir ku xwişk û birayên wî ji bo azadiya gelê xwe û pêkanîna yekîtiya Kurdan canê xwe feda kirin  û got: "Şehîdan gelê Kurd li Rojava kir yek. Şehîdên di goristanên herêmê de jî ji her çar parçeyên Kurdistanê ne."

 ‘YEKÎTÎ DAXWAZA PÊŞIYÊN ME Û ZAROKÊN ME YÊN ŞEHÎD IN’

Hesen behsa peyama Rêber Abdullah Ocalan a girêdayî yekîtiya Kurd kir û got: "Piştî peyama Rêber Abdullah Ocalan em niha nûçeyên şad girêdayî lihevkirina hêzên siyasî ji bo avakirina lêvgerek Kurd dibihîzin. Ev hêviyên pêşiyên me û daxwaza şehîdên me ne."

Hesen diyar kir ku şoreşa Rojava derfeteke dîrokî ye û bang li aliyên siyasî yên Kurd kir ku xewnên şehîdan pêk bînin.

Mihyedîn Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li partiyên Kurd kir ku berjewendiyên xwe yên partiyetî û kesayetî bidin aliyekê û got: "Çawa şehîdan ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirin, divê partiyên siyasî jî tawîzan bidin hev û xewna şehîdan pêk bînin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din