​​​​​​​Malbatên şehîdan kiryarên dewleta Tirk ên li dijî goristanên şehîdan şermezar kirin

Li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên Ii dijî goristanên şehîdan ên li Bakurê Kurdistanê û Efrînê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê daxuyaniyek da û da zanîn ku kiryarên dewleta Tirk heman kiryarên çeteyên DAIŞ`ê ye.

Meclisa Malbatên Şehîdan îro daxuyaniyek li Goristana Şehîdan a Minbicê da. Beşdaran wêneyên şehîdan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisê Mihemed Îdo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê û gundewarên wê kiryarên dewleta Tirk ên derexlaqî şermezar dikin, îsbata kiryarên wê jî topbaran goristanên şehîdên me yên qehreman ên li bakurê Kurdistanê û bajarê Efrînê, ji ber dewleta Tirk bermahiyên hestiyên şehîdan derxistin û avêtin devereke nediyar, ev jî isbat dike ku exlaqê dewleta Tirk û exlaqê DAIŞ`iyan yek e."

Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan ji Erdogan re dibêjin ku bi saya van şehîdên qehreman ên ku canê xwe di oxira parastina vî welatî de daye, me DAIŞ ji welatê xwe derxist û hêviyên dagirkeran têk birin, lewma em ji wan dagirkeran re dibêjin tenê binketin para we ye.

Li gel vê yekê gelên piştî 4 sedsalan hatin dagirkirin û li dijî Osmaniyan bi ser ketin, dikarin parastina welat û rûmeta xwe bikin, di heman demê ew ê balafirên wan tirsê nexe nava me de, ji ber vê yekê em ji wan re dibêjin; vegerin devera hûn jê hatine.

Em wek malbatên şehîdan soz didin şehîdên xwe yên ku canê xwe di oxira parastina welat de daye ku em ê parastina destkeftiyan bikin."

Daxuyanî bi sloganên "Na ji dagirkeran re” û “Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din