Malbatên şehîdan ên Dêrazorê banga berxwedanê kir

Dayik û hevjînên şehîdan li Dêrazorê got "Tirkiyê DAIŞ li Sûriye û Iraqê wek destê xwe yê rastê bi kar anî û Cebehet El-Nusra li rojavayê Firatê wek destê xwe yê çepê bi kar anî. Em ê rihê xwe feda bikin ku bibe destê ku li dijmin dixe û dagirkeriyê red dike."

Meclisa Jinan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê bi dirûşma "Yekbûna me em bi ser xistin, em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin, na ji dagirkeriya Tirkiyê re" çalakiyên xwe didomîne. Îro bi dehan dayik û hevserên şehîdan, endamên Rêveberiya Jinan, endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li Goristana Şehîdan a Ebo Xeşeb a li bakurê Dêrazorê kom bûn da ku daxuyaniyekê ji raya giştî re parve bikin.

Daxuyaniya ku ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewa Mehmûd ve hate xwendin, wiha ye:

 “Dagirkeriya Tirkiyê ya faşîst ji destpêka avakirina wê ve li Rojhilata Navîn rola sîxuriyê girtiye, bi hinceta desteka gelê Sûriyê dike, komên terorîst ji hemû cîhanê ava kirin û derbasî xaka me kirin, bi tonan çek û balafir şandin, tu çek nehişt ku derbasî herêmên me nekirin.

Divê gelê me li Sûriyê û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gefên dewleta Tirk re amade be, niha li Efrînê dîwarê parçekirinê lê kir, gelê wê da koçkirin, zeviyên wê şewitandin û bi çeteyên xwe re yên ku komkujî der heqê gelê Suryan, Ermen û Kurd de pêk anîn, herêm kire mêtingeh.

Tirkiyê DAIŞ li Sûriye û Iraqê wek destê xwe yê rastê bi kar anî û Cebhet El-Nusra li rojavayê Firatê, jê Heleb û Idlib, wek destê xwe yê çepê bi kar anî, em ê rihê xwe feda bikin ku bibe destê ku li dijmin dixe û dagirkeriyê red dike.

Em wek dayik û hevjînên şehîdan bang li civaka navneteweyî dikin ku sînorekî ji binpêkirin û gefên dewleta Tirk a dagirker re deynin, em bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku çekê hilgirin û berê xwe bidin eniyan da ku Erdogan û çeteyên wî tune bikin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din