Malbatên şehîdan ên Kobanê piştgirî da çalakgerên rojiya mirinê

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê ji bo çalakgerên ku ketine rojiya mirinê, li Goristana Şehîd Dîcle daxuyaniyek da raya giştî.

Bi sedan endam û rêveberên saziyên Kobanê û malbatên şehîdan di dayîna daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Aljîn Sîdî ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan şermezar dikin û berxwedana birêz Leyla Guven û tevahî hevalên wê yên di greva birçîbûnê de, silav dikin.

Sekna me ya li vê derê armanc jê ew e ku em dengê xwe bigihînin  tevahiya cîhanê ji bo ku tecrîda li ser rêber Apo û tevahî gelê Kurd were şikandin. Wekî ku em dizanin ev bû demeke dirêj ku faşîzma AKP`ê tecrîdeke herî giran li ser rêber Apo ferz kiriye. Li hemberî vê jî hevdîtina bi rêber Apo re qedexe kiriye, li hember vê bêmafiyê, ji bo ku tecrîd were şikandin bi piştgiriya Leyla Guven bi dehan mirovên welatparêz û xwedî rihê kurdayetiyê beşdarî rojiya mirinê bûn û her ku diçe grev mezintir dibe.

Di nava van çalakiyan de 5 hevalên me gihîştin asta şehadetê, lê belê ji bo tecrîdê û hevalên me yên şehîd dîsa jî dewletên hevpeyman dengê xwe nakin û çareseriyekê jê re nakin, her wiha bila tevahî dewlet bizanin em ê bi sloganan na, ji tecrîdê re em ê çalakiyan û greva biçîbûnê berdewam bikin.

Wekî em dizanin di demên dawiyê de 15 hevrêyên me yên di zindanên AKP`ê de dest bi greva birçîbûnê kir, roj bi roj bi dehan ciwanên me dest bi rojiya mirinê dikin. Em jî wek malbatên şehîdan li kêleka çalakvan in û bi rûmet wan rêzdar dikin, her roj em ê serhildan û daxuyaniyan bidin ta ku tecrîd bişikê.

Ev yek ji erka me ye û hemû gelê Kurd û tevahiya gelên ku di bin fikr û felsefeya rêber Apo de dimeşin, wekî ku rêber Apo em ji taritiyê hildan, em jî xwedî li ked û felsefeya rêber Apo derkevin.

Ji bo vê em ji tevahiya gelê Kurd û hemû gelan daxwaz dikin ku li hember vê tecrîdê bê deng nemînin û piştgiriyê bidin hevrêyên ku ketin rojiya mirinê, her wiha em ji civaka navneteweyî re jî dibêjin “Em bi hêvî ne ku li hember vê bêmafiyê derkevin û xwe bê deng nehêlin". Di dawiyê de em wek malbatên şehîdan hevrêyên xwe yên di grevê de silav dikin."

Daxuyanî bi sloganên "Bijî berxwedana zindanan, bijî rêber Apo" bi dawî bû.

(sn-hk)

ANHA


Mijarên Din