Malbatên şehîdan ên Sirînê: Em piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê dikin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Sirînê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê yên di girtîgehên Tirkiyê de û li derve dikin û tekez kir têkoşîna wan dê heta rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bidome.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Sirînê daxuyaniyeke nivîskî weşand ku piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyê û derve dikin û tekez kir ku tenê hevdîtineke parêzeran bi Ocalan re têrê nake, têkoşîna wan heta rakirina tecrîdê û rizgarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bidome.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Sirînê Emel Mistefa bi beşdarbûna bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyan û li rexê jî bi dehan malbatên şehîdan, daxuyanî xwend.

Emel berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger silav kir û dîktatoriya rejîma Tirkiyê şermezar kir. Bang li rêxistinên mafên mirovan ji bo destwerdanê  kir û bêdengiya wan li hember kiryarên rejîma Tirkiyê jî şermezar kir.

Emel di daxuyaniyê de sedema pêkanîna bêdengiya civaka navdewletî li hember tecrîda girankirî ya li ser Ocalan a ji 2011’an ve û kiryarên Tirkiyê yên li Efrînê û hwd, pirsî. Emel wiha lê zêde kir: "Tirkiye di hundirê girtîgehan de û li derveyî sînorê wê wekî Efrînê kiryarên dermirovî pêk tîne. Lê belê dê têkoşîna me heta rizgarkirina rêber Ocalan bidome û dê piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê heta pêkanîna daxwazên wan bikin.

Her wiha Emel tekez kir ku fikr û felsefeya Ocalan û projeya neteweya demokratîk a ku pêşkêş kiriye, çareya tunekirina dîktatorî û zilmê ye.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakgerên greva birçîbûnê bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din