Malbatên şehîdan: Na ji gefên Tirkiyê re, em şopdarên rêya şehîdan in

Li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran malbatên şehîdan li kantona Qamişlo daketin qadan. Malbatên şehîdan got ew ê rê nedin ne Erdogan û ne kesên din ku derbeyê li projeya demokratîk bixin û dê şopdarên rêya şehîdan bin.

Li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmê û derbeya projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro bi hezaran malbatên şehîdan li kantona Qamişlo, da ku beşdarî meşa navendî ya malbatên şehîdan bibin, ber bi navçeya Tirbespiyê ve çûn.  

Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên hemû pêkhateyên ku di pêngavên rizgarkirinê û di oxira parastina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê, rejîma Sûriyê û dagirkeriya Tirkiyê de şehîd bûne, hilgirtin. Meş bi beşdariya hemû pêkhateyên kantona Qamişlo yên Ereb, Kurd û Suryan hate birêvebirin.

Meşê ji pêşiya navenda Kongreya Star a şaxê navçeya Tirbespiyê dest pê kir. Beşdaran pankartên bi nivîsên "Welat welatê me ye, Na ji dagirkeriya Osmanî re","Kurd, Ereb, Suryan, Çerkes, Tirkmen û Ermen, bijî civaka demokratîk" û "Îslam, Suryan û êzidî, bijî baweriyên gelan" hilgirtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî parastina hemû rêyan kir û tevgera trafîkê kontrol kir.

Meşê ji kolana sereke ya navçeya Tirpespiyê dest pê kir û sloganên li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re" û "Na ji gefên têkbirina ewlehiyê re" berz kirin. Xwepêşandêran bang li civaka navdewletî kir ku ji binpêkirinên Tirkiyê der heqê xaka dewletên cîran de sînorekî deyne.

Paşê meş li Qada Azadî ya navçeya Tirbespiyê veguherî mîtîngê û li wir rêz girtin. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê kantona Qamişlo Masûm Hesen axivî û got şoreşa Sûriya ji ber destwerdanên Tirkiyê aloztir bû, her wiha Tirkiyê hêj gefan li xaka Sûriyê dixwe.

Masûm Hesen diyar kir ku herî zêde ewlehî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda dibe û wiha anî ziman: "Ev hemû bi saya berdêlên giranbuha û projeya demokratîk e."

Hesen destnîşan kir ku Erdogan projeya demokratîk ji bo desthilata xwe wek gef dibîne, lewma gefan dixwe û hewldana têkbirina vê projeyê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxuyaniyên vegera Osmaniyên nû, nîşana zêdegaviyan e."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Masûm Hesen bal kişand ser ku ew ê rê nedin Erdogan û kesên din ku derbeyê li projeya demokratîk bixin û ew şopdarên rêya şehîdan bin.

Mîtîng bi sloganên "Na ji gefên Tirkiyê re" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din